
Li Silêmaniyê erdhej çê bû
.
A+A-
Li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê îro danê êvarê bi pileya 5.2 rîxter erdhej çêbû û li bajarên Silêmanî, Helebce , Pênciwên û Derbendîxan ên Başûrê Kurdistanê hest bi erdhejê hat kirin.
Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojî ya Almanyayê erdhej bi pileya 5.2 rîxter pêk hat û navenda erdhejê li parêzgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Navenda Lêkolînên Jeolojî ya Almanyayê diyar dike ku erdhej saet 18:12 bi kûrahiya 10 kîlometre bûye û kilometreye dûrî bajarê Merîwanê bûye.
Heta niha ti zanyariyek derbarê ziyanên erdhejê de negihîştiye ber destan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin