Ednan Bedreddîn

Ednan Bedreddîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li ser pêşeroja Kurdistana Rojava (3) Pirsgirêka nasnameyê

A+A-

 

PKK di dawiya heftêyên sedsala bûrî de weke tevgereka kurdî klasîk dest bi kar xwe kir. Ew mîna piraniya tevgerên wê demê îgeolociya xwe ya marksîst-lenenîst ne diveşart. Partiyê di bin serokatiya Abdullah Ocelan de, rizgarkirina welat û avakirina Kurdistana serbixwe, yekgirtî û sosiyalîst weke armanca stratîcî ya xebata xwe da nîşan dan. Hemû tevgerên Kurdistanê yên ku kêmtir ji vê dixwestin weke paşverû û dûvikên koloniyalîzmê ji aliyê "Apociyan" ve hatin bi nav kirin. Nasnameya PKK a wê demê dikare bibe cihê gelek gengeşeyan, lê taybetmandiya wê ya herî giring ew bû ku sade û diyar bû, û li gel hinek taybetmendiyên wê yên dî, ku ne babetê vê lêkolînê ne, bû sedema belavbûna rêjeyî (nisbî, relative) ya dîtinên wê di nav rêzên xortan û hinek ji rewşenbîrên wê demê de.

Nasnameya PKK a kurdî û çepgir heta girtina rêberê wê di dawiya salên notiyan ji sedsala bûrî de berdewam kir. Abdullah Ocelan ji zîndanê dest bi "nûkirina" partiyê  kir.Di cihê Kurdistan serbixwe û sosiyalîst de, gelek têgihên (mefhûm, concept) "balkêş" avêtin bazara siyasî, mîna "komara demokrat", "civata ekolocîk", "konfederasiyona demokrat", "xweseriya demokrat" û hwd.. Tiştê hevbeş di nav van hemû tehgihan de ew bû, ku ne zelal bûn û bi aweyakî tund li dijî her formekî dewletbûna kurdan radiwestiyan. Bi baweriya min ev nîşan bû ku PKK, bi sedema têkçûna siyaseta xwe ya berê, stratîciya xwe ji serxwebûnê guhert ber bi parvekirina destahilatê li Kurdistanê bi rejîmên dagîrker re. Ev tişt îro bi zelalî li Kurdistana Rojava tête dîtin

Niha PKK û rêxistinên bi wê ve girêdayî, mîna tevgereka navneteweyî ku etnos û sînorên netweyan derbas dike, xwe pêşkêş dikin, her çendî "beşdarbûna navneteweyî" di rêzên rêxistinê de ewqas kême ku mirov dikare piştguh bixe. Brervajya van pesindanan, federasiyona ku "hevalan" vê dawiyê li Kurdistana Sûriyê ragihand bû cihê "nepejrandineka navneteweyî". Her yek ji dewletên yekbûyî yên Amerîka, Rûsiya, Kombenda Erebî, Tirkiye ya Erdogan, rikeberiya fermî ya sûrî ku bi navê "Rikeberiya Riyad" tê naskirin, sazumana hemahengiyê ku bi salan PYD endamekî wê yê çalak bû dijî vê pêngava wan derketin. Heta birêz Heysem Menaa dostê wan ê nêzik û hevserokê Hêzên Sûriye ya Demokrat(HDS) ji wan re got: na. Eger mirov jibîr neke ku piraniya gelê "Rojava" piştevaniya siyaseta alîgirin Ocelan nake, dê ji bo wî baş zelal bibe, çendî ev tevger kurdî ye, û çendî ew dikare bibe nimûneyek jibo demokratî û biratiya gelan di Sûriye pêşerojê de?!

Eger (federasiyona Rojava û Bakurê Sûriyê) projeyeka jibo hemû Sûriyayê ye, weke ku berpirsên wê dibêjin, wê demê nabe ku ew bi dengên 200 kesên nehilbijartî ku bilez li bajarokê Rimêlan hatin civandin bête ragihandin. Projeyeka wisa pêwîste bi beşdarbûna berpirsên hemû pêkhatên welat kû bi awayekî demokrat hatibin hilbijartin bête yekalîkirin. Awayê pêkanîna vê dozê jî diyar e. Helbijartinên azad û demokrat, damezrandina konseya damezrêner (Constituent Assembly)  jibo danîna destûreka bingehîn ku tenê cihê çespandina pirsên wisa ye. Federasiyona bi şêweyê ku ev rêvebrî pê hatiye ragihandin nabe babetê yasaya navdewletî. Ew ji aliyê yasayî ve pirseka navxweyî Sûriyê ye, û jibo wê jî, her axivtinek li ser pênasîna navneweyî bi "rêvebriya rojava" bê wate ye. Pirs dê bi şêweyekî dî bihate nirxandin heke federasiyona babetê gotinê bi naveroka xwe neteweyî (kurdî) bûye. Di wê demê de, mirov dikarîbû, heta radeyekê, wê bide ber federasiyona Kurdistana Iraqê. Lê ya rast ewe ku rewşa van herdû beşên Kurdistanê gelekî ji hevdû cuda ye:

1. Biriyara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî hijmar 866. Avakirina herêma qedexekirî jibo firokên Iraqê (no fly zone) ji aliyê Amerîka, Brîtaniya û Fransa ve.Vekêşana hemû dezgehên dewleta navendî ji Kurdistanê. Ev hemû bûn bingehên objektîv û yasayî jibo pêşveçûnên ku piştre li Kurdistanê rû dan ber bi azadî û dewletbûnê ve, û bi taybetî ragihandina federasiyonê ji nik parlementê Kurdistanê ve di 4 çêriya pêşîna (oktober) 1992 de.

2. Ragihandina federasioynê bû berdewambûnek ji rêzek destkeftên giring re, yên ku tevgera Kurdistana Başûr bi xebata xwe ya dirêj û mêrxasane bi dest xistibûn. Hîna di destûra Iraqê ya sala 1958 de hatibû ku  (ereb û kurd hevparin "şirîkin" di vî welatî de, û ev destûr danpêdan "îtîraf, pênasîn" bi mafên wan yên neteweyî dike di çarçeva yekîtiya niştîmanî de). Peymana 11 Adarê 1970 destkefteka mezin dî ya kurdan bû. Heta yasaya autonomî ya sexte ku rejîma Seddam di sala 1974 de belavkir, danpêdan bi hebûna şêweyek ji rêveberiyeka netewyî kurdî dikir.

3. Tevgera siyasî ya Kurdistana Iraqê karî di demeka kurt de yekrêziya xwe dabîn bike. Eniya Kurdistanî ku bazinek bû jibo hemû partiyen çalak li "Başur" serkêşiya xebatê kir. Her yek ji PDK, YNK, Partiya Gel bi serokatiya rehmetî Samî Abdulrehman, Partiya Sosiyalîsta Kurdistan (Resûl Mamend), PASOK, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan (Qadir Eziz) û liqê Partiya Komunîsta Iraqê li Kurdistanê cih di eniyê de digirtin. Di pêngaveka ku bi nerîna min şaristanî bû, lêborîneka giştî jibo hemû wan kurdên ku pêwendiyên wan bi rejîma Seddam re hebû derket. Bi vî awayî yekreziyeka bêwêne li Kurdistanê hate avakirin ku di heman demê de gelekî pêwîst bû.

4. Tevgera Kurdistana Başûr bi rêya dîplomasiyeka çalak û pir zîrek, karî daxawazên gelê kurd bi navendên navnetewyî, herêmî û bi bataybet bi rikeberiya Iraqê bide qebûl kirin. Karê her yek ji Mam Celal û Kak Mesûd di vî warî de gelekî mezine û cihê rêzgirtinê ye. Komcivînên Washingtonê (1992, 1993), Herdû kongreyên Selahedîn (1992, 2003) û kongreya rikeberiya Iraqê li Londonê (2002) bûn pêngavine dîplomasî yên pir giring li ser rêya pejrandin û bihêzkirina federasiyona Kurdistana Başûr.

Diyare ku Kurdistana Rojava di vî warî de gelek li paş maye, heta her hevkêşeyek (muqarene, comparison) bi Kurdistana Iraqê re dê ne di cihê xwe de be. Ti destkeftên berçav ên tevgera me li Kurdisna Sûriyê tune ne. Daxwazên me, ne ji aliyê rejîmê, û ne ji aliyê rikeberiyê ve tên qebûl kirin. Dîplomasiya me ewqas laweze ku mirov dikare bêje nîne. Kurdistan ji xelkê xwe vale dibe û kurdên "Rojava", mixabin, ji her demekê bêhtir ne li ser hev û bêhêvî ne.

  

   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin