Li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê dadgehê malper û hesabên kurdî girtine

Li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê dadgehê malper û hesabên kurdî girtine

.

A+A-

Dadweriya Aştî û Cezayî ya 4an a Enqereyê biryara astengkirina 340 lînkan û çendîn malperan daye. Di nava wan de malpera Weşanxaneya Avestayê û Rûdawê jî heye.

Dadweriya Aştî û Cezayî ya 4an a Enqereyê biryar daye ku malpera Weşanxaneya Avesta û Rûdaw jî di nav de çendîn malperên kurdî bên girtin.

Midûriyeta Giştî ya Emniyetê di 21ê Sibatê de daxwaz ji dadgehê kiriye û dadgehê jî di 22yê Sibatê de biryar daye.

Li gorî biryara dadgehê 340 lînk hatine astengkirin ku di nava wan de malpera Weşanxaneya Avestayê, Rûdawê, kanala YouTube-ê yê Ronahî TVyê, Evrenselê Web TVyê jî hene. Dîsa çendîn kanalên Telegramê jî li gorî vê biryarê asteng bûne.

Weşanxaneya Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê zanyariya girtina malpera xwe aşkere kir û got: 

"Dadgehê http://avestakitap.com girt!

Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqera bi hênceta ku "propagandaya rêxistina PKK/KCK dike" websîteya me girt. http://avestakitap.com tenê danasîn û firotina kitêban dike. Ligel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin."

 

Di nava malperên astengkirî de malpera rojnamegera hollandî Frederike Geerdinkê jî heye. 

Dadgehê di biryara xwe de îdia kiriye ku ev hesab, malper û kanal “propagandaya PKK û KCKyê dikin” û ji ber wê jî hatine astengkirin 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin