Mesrûr Barzanî: Kurd ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin

Mesrûr Barzanî: Kurd ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin

.

A+A-

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 22yê Sibatê, bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Di daxuyaniya piştî civînê hat belavkirin de hat gotin, “Di beşa yekem a civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê encama serdan û civînê şanda Herêma Kurdistanê de bo beşdarbûna li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li welatê Îmaratê û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên Îmarat û cîhanê, herwiha serdana Fransayê û civîna ligel Serokomar û rayedarên din ên payebilind ên Fransayê pêşkêş kir.”

Hat diyarkirin, Serokwezîr û endamên şandê, bal kişandin ser ku li herdu welatan, di asteke gelek bilind de, pêşwazî li şanda Herêmê hat kirin ku ev jî nîşaneya pêgeha girîng û bihêz û pêşketina dîplomasiya Herêma Kurdistanê ye di nav civaka navdewletî de.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku di civîn û hevdîtinan de, gotûbêj li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û wan welatan û guherîn û pêşhatên herî dawî û rewşa giştî ya Iraqê navçeyê hat kirin.

Di beşa duyem a civînê de, li ser encama serdana şanda bilind a danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civînên ligel şanda danûstandinan a Hikûmeta Federal, di roja 19ê Sibatê de bi projeya yasayan a petrol û gazê ya federal bû, ku ji aliyê Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û endamên şandê ve hat pêşkêşkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî destxweşîkirina li şanda Herêmê, tekezî li wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê, her dem ligel wê yekê bûye ku kêşe ligel hikûmeta federal, bi rêya gotûbêj û danûstandin û bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çaresekirin û ji bo vê mebestê jî, em amade ne ji bo her hevahengî û hevkariyên ligel hikûmeta federal, çimkî çaresernekirina kêşeyan, ziyan bi berjewendiya hemû welatiyên Iraqê digihîne.

Mesrûr Barzanî di civînê destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ti car dest ji maf û heqên xwe yên destûrî bernadin.

Encûmena Wezîran biryar da, her du tîmên Herêma Kurdistanê li ser projeyasaya budceya federal û projeyasaya petrol û gazê, sibe serdana Bexdayê bikin, ji bo berdewamkirina gotûbêjan bo temamkirina pêngavên herî dawî yên destnîşankirina para Herêma Kurdistanê di budceya federalî de û herwiha gotûbêjkirina amadekariyên projeyasaya petrol û gazê ya federal.

Di daxuyaniya Encûmena Wezîran de hat diyarkirin ku di beşa sêyem û dawî ya civînê de, reşnivîsa yasaya rê û banên giştî yên Herêma Kurdistanê, ji aliyê Wezîrê Avakirinê û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm ve hat pêşkêşkirin, ku armanca vê projeyasayê, parastina silametiya pêkhateyên rê û banên giştîû çakkirina wan û rêgirtina li ber destdirêjîkirina ser wan û herwiha diyarkirina rê û banên giştî yên qedexekirî ye.

Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, biryar hat dayîn ku projeyasa zêdetir were dewlemendkirin bi liberçavgirtina nêrîn û têbîniyan, bi mebesta amadekirina ji bo civînên bê yên Encûmena Wezîran û piştre pesendkirin û şandina bo Parlamentoya Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin