Li ser biryara DMMEyê Demirtaş û AK Partiyê daxuyanî dan

Li ser biryara DMMEyê Demirtaş û AK Partiyê daxuyanî dan

.

A+A-

Li ser biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) ya di derbarê dosyeya Selahattin Demirtaş de, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik diyar kir û got, ew biryara DMMEyê dê di çarçoveya pergala hiqûqa Tirkiyê de were nirxandin û li gor wê dê helwest were nîşandan. Herwiha Demîrtaş jî derbarê biryara DMMEyê de da zanîn, ew biryar nîşan dide ku “bi destê hikûmetê sîstema hiqûq û edaletê hate hilweşandin.”

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME)  do biryar da û ragihand, divê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, demildest were berdan. Herwiha Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik jî piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe, li ser biryara DMMEyê daxuyanî da.

Civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê ya bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî 4 saetan bi dawî bû.

Piştî civînê li ser pirsa derbarê biryara azadkirina Selahattin Demîrtaş de Omer Çelik da zanîn: “Sedemên biryarê di nêzîkî 100-150 rûpelan de hate vegotin. Pergela hiûqka me dê vê yekê binerxîne û li gor wê yekê helwesta xwe diyar bike.”

Herwiha Selahatin Demîrtaş jî li ser hesabê xwe yê twitterê, di derbarê biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê daxuyaniyek da û got,  bi wê biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê diyar bû, ev 6 sal e bi mebestên siyasî û ew û hevalên xwe têne darizandin û eşkere bû ti tawanê wan nîne û “kesên bûne sedema girtina wan tawanbar in.”

Demîrtaş berdeam kir û got:

“Ev biryar nîşan dide ku bi destê hikûmetê sîstema hiqûq û edaletê hate helweşandin. Tevî ku ev 4 sal e ez di girtîgehê de rehîne me, lê ji biryarê kêfxweş nebûme, berevajo ez xemgîn bûm. Bi rastî ez bi vê biryarê xemgîn bûm. Ji ber ku ez tenê bedela tinekirina demokrasyiyê nadim, lê 83 milyon hemwelatiyên bi awayekî herî dijwar bedela wê yekê didin.”

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME)  îro derbarê dosyeya Selahattin Demirtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryar da û ragihand ku divê demildest were berdan.

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş dike û dibêje:

“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Her du dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Tu belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin