Li Şemzînanê şer

Li Şemzînanê şer

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li Şemzînanê di navbera leşkerên wî welatî û hêzên PKKê de şer derketiye. Herwiha hatiye gotin ku di wî şerî de 6 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

A+A-

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li Şemzînanê di navbera leşkerên wî welatî û hêzên PKKê de şer derketiye. Herwiha hatiye gotin ku di wî şerî de 6 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.


Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li çoltera navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrga Bakûrê Kurdistanê ve, bi beşdariya tîmên taybet, operasyon li hemberî PKKê hatiye encamdan.


Hatiye gotin ku di encama wê operasyonê de 6 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane ku hatiye îddîakirin wê grûpa hêzên PKK, êrişa li dijî binkeya leşkerî ku di 16ê vê mehê de pêk hatibû, encam dane.


Derbarê wî şerê li wê deverê de ji aliyê PKKê heta niha zanyariyek nehatiye belavkirin.


Li hêla din HPGê jî ku baskê çekdarî yê PKKê ye, derbarê şerên li herêmên Çelê û Geverê de daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniya HPGê di wan şeran de 9 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin. Li gor vê yekê di encama êrişa bo ser binkeyeke leşkerî ya li Geverê 7 leşker û di êrişa li dijî karwanê leşkerî li Çelê jî 2 leşkerên wî welatî hatine kuştin.


Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê 16ê Tebaxê deverên Xakûrk û Zapê bordûman kirine

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin