“Li saziyên dewletê cidaxwaziyê li zimanê dayikê dikin”

“Li saziyên dewletê cidaxwaziyê li zimanê dayikê dikin”

.

A+A-

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Politik ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî encamên lêkolînekê weşandiye ku tê de behsa bikaranîna zimanê dayikê yên ji derveyî tirkiyê dike. Bi tenê ji sedî 5,3yan gotiye cidaxwazî li wan nehatiye kirin.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Politik ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî encamên lêkolînekê weşandiye ku tê de behsa bikaranîna zimanê dayikê yên ji derveyî tirkiyê dike.

Ev lêkolîn di navbera 20ê Kanûna Paşiyê û 7ê Sibata 2021ê de li 40 bajar û navçeyekê hatiye kirin ku 20 jê bajarên mezin in. Her weha hevdîtin bi hezar û 476 kesan re kirine.

“Rêjeya axavtina bi ermenkî û çerkezî dikeve”
Hin encamên vê lêkolînê wiha ne:

“Ji sedî 94,9ê beşdaran gotiye zimanê wan ê dayikê kurdî ye, ji sedî 3,5 gotiye çerkezî, ji sedî 1,2 bi ermenkî, ji sedî 0,3 erebî, ji sedî 0,1 suryankî, ji sedî 0,1 jî bi lazî diaxivin.”

Di encama lêkolînê de derketiye holê ku li nava malan axavtina bi ermenkî û çerkezî kêm dibe.

Yek ji 3yên ku bi kurdî diaxivin, gotine ku ew li nava malan kêm bi kurdî diaxivin.

Ji sedî 61,5ê beşdaran gotine ew li kolanê bi tirkî, ji sedî 36,4ê wan bi kurmancî, ji sedî 1,2 bi dimilkî, ji sedî 0,6 bi kurmancî/tirkî, ji sedî 0,6 bi çerkezî, ji sedî 0,1 bi erebî, ji sedî 01, bi lazî, ji sedî 0,1 bi suryankî diaxivin.

Ji sedî 52yê beşdaran gotine ew li saziyên dewletê qet bi zimanê dayikê naaxivin, ji sedî 31,1 kêm diaxivin, ji sedî 13,6 car caran, ji sedî 3,4 gelek caran diaxivin.

Bi tenê ji sedî 5,3yan gotiye cidaxwazî li wan nehatiye kirin
Ji sedî 72yê beşdaran gotine li saziyên dewletê cidaxwazî li wan hatiye kirin, bi tenê ji sedî 5,3yan gotiye cidaxwazî li wan nehatiye kirin.

Ji beşdaran pirsîne ku “dema di wesayitên veguhastiyê yên civakî de bi zimanê dayikê diaxivin, ditirsin an na?” ji sedî 39,5an gotiye “erê”, ji sedî 25,3yan gotiye “car caran”, ji sedî 33,8an jî gotiye ew natirsin. Ji bilî yên bi lazî diaxivin hemû kesên din gotine ew ditirsin lê herî zêde kurmancîaxêv û suryankîaxêvan ev tişt anîne ziman. (EMK/FD) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin