Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin

Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin

.

A+A-

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo krediya bêfaîz a Fona Malbat û Ciwanan modeleke nû tê amadekirin.

Jêbirin an jî kêmkirina deynên kesên ku zarokan bînin di rojevê de ye.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo jêbirin an jî kêmkirina deynên kesên zewicî û xwedî zarok ên ku krediya bêfaîz standiye dest bi xebatan kiriye.

Li gorî biryara nû, piştgiriya krediya zewacê ya ku dewlet dide ciwanan, dema ku bibin xwedî zarok dê di çarçoveya “alîkariya zarokan” de were nirxandin.

Bi vî awayî tê xwestin ku di dayîna krediyan de mûafiyet an jî daxistin were kirin.

Li gorî modela ku tê plankirin, ji bo her zarokî hinek kredî were jêbirin an jî temamê deynê krediyê were rakirin.

Birêvebirê Giştî yê Xizmetên Ciwanan a Wezareta Ciwanan û Werzişê ya Tirkiyeyê Enes Efendîoglu da zanîn ku ew ji bo ku hem di pêvajoya zewacê de hem jî di qonaxa avakirina malbatê de piştgiriyê bidin ciwanan li ser modelên nû dixebitin.

Birêvebirê Giştî yê Xizmetên Ciwanan a Wezareta Ciwanan û Werzişê ya Tirkiyeyê Enes Efendîoglu got:

“Krediya zewacê ya ku bi rêya Fona Malbat û Ciwanan tê dayîn bêfaîz e û dayîna wê piştî du salan dest pê dike.”

Efendîoglu li ser gava nû ya ku tê plankirin anî ziman:

“Dibe ku bi rêya alîkariya zarokan, vebijarkeke ku dewlet wan krediyan efû bike were rojevê.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin