Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê

Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê

.

A+A-

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaidî ragihand, “Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê.”

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaidî li ser Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, ofîseke taybet a ser bi Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaidî got:

“Heta îro 3 hezar û 587 kesên revandî hatine rizgarkirin.

Nêzîkî 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî winda ne û piraniya wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.”

Kesên ku ji aliyê Ofîsê ve hatine rizgarkirin, ew jin, mêr û zarokên ku di dema êrişa DAIŞê ya li Şingal û derdora wê ya sala 2014an de hatibûn revandin in.

Kurdên Êzidî yên ku tên rizgarkirin pêwîstiya wan bi çareseriya derûnî heye.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaidî li ser çareseriya derûnî anî ziman:

“Di çarçoveya bernameyekê de ku sala 2015an rêkeftinek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Almanyayê hat kirin de me nêzîkî hezar û 90 rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin wî welatî.”

Piştî rêkeftinê jî, hejmareke din a rizgarkiriyan bi rêya rêxistinên mirovî çûne welatên Kanada, Amerîka û Awistralyayê.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaidî her wiha da zanîn:

“Ew kesên ku ji bo çareseriya derûnî diçin welatên derve, ji bo veger an jî mayîna xwe ya li wan welatan azad in, bixwazin vedigerin û nexwazin dimînin.”

Husên Qaidî li ser çarenûsa kesên winda jî amaje bi wê yekê kir ku piraniya wan li Sûriyeyê û bi taybetî jî di Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de ne û got:

“Me dît ku ji Xezeyê jî Êzidî vegeriyan, ji ber vê yekê li welatên din jî hene.”

Di êrişa DAIŞê ya li Şingalê de 11 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin, kuştin û windakirin.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin