Parlamentera AK Partiyê: Dê di makezagonê de navê Kurdan hebe

Parlamentera AK Partiyê: Dê di makezagonê de navê Kurdan hebe

.

A+A-

Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepolu Atamanê got, “Ez texmîn dikim ku dê di makezagonê (destûra bingehîn) de navê Kurdan hebe.”

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwest ku PKK kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.

Partiya Karkeran Kurdistanê (PKK) 9ê Adarê ragihand ku wê kongreya xwe di navbera 5 û 7ê Gulanê de li dar xistiye û dê paşê biryarên kongreyê ji raya giştî re eşkere bike.

Piştî vê yekê çav li biryarên PKKyê û gavên dewleta Tirkiyeyê ne.

Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepolu Ataman bû mêhvana Rûdawê û pirsên Hîwa Cemal ên li ser mijarê bersivandin.

Wê got “AK Partiyê qedexeya li ser Kurdî hilanî” û diyar kir ku piştî vê pêvajoyeke çareseriyê dest pê kir lê neçû serî.

Suna Kepoluyê diyar kir ku wan ji Serokê MHPyê Devlet Bahçelî civan xwestiye da ku ew li ser “biratiya Kurd û Tirkan” biaxivin.

Wê diyar kir ku hevjînê wê jî Tirk e û Devlet Bahçelî ji wan re gotiye “5 milyon malbatên Kurd û Tirk hene.”

Bahçelî 22 Çiriya Pêşîn a 2024an got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê îlan bike ku wî PKK fesix kiriye.

“Devlet Bahçelî bizmarê xwe bir li asman kuta”

Sunayê ev banga Devlet Bahçelî bi rengê “Devlet Bahçelî bizmarê xwe bir li asman kuta, banga wî ew qasî mezin bû. Dilê me tevan xweş bû, hêvî ket dilê me.”

Wê diyar kir ku Abdullah Ocalan jî bersiv daye bangê û piştî ku rayedarên Başûrê Kurdistanê û Selahattîn Demîrtaş jî piştgirî daye banga Ocalan hêviya wan mezin bûye.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder 3yê Gulanê wefat kir.

Parlamentera AK Partiyê anî zimên ku Sirri Sureyya Onder jî ji bo vê pêvajoyê gelek ked daye û pir dixwest van rojan bibîne.

Sunayê ragihand, AK Partî û Erdogan dixwazin PKK çekan deyne û doza Kurdan bi rêya demokrasiyê bigihe çareseriyê.

Li gorî agahiyên ku wê dane, vê pêvajoya niha li ser bingeha Parlamentoya Tirkiyeyê dest pê kiriye û li parlamentoyê berdewam dike.

“Dê di makezagonê de navê Kurdan hebe”

Sunayê li ser “şertên AK Partiyê” ev tişt gotin:

“AK Partî, Tifaqa Cumhurê dixwazin PKK çekan deyne û xwe fesix bike. Piştî vê yekê, ez wisa bawer im hinek îş dikeve ser milê parlamentoyê.

Ji zû de ye Birêz Erdogan dibêje ‘makezagona sivîl.’ Dibêje ‘Ev makezagon a dema derbeya leşkerî ye û em dixwazin vê makezagonê biguherin.’

Ez dibêjim dê di vê makezagonê de hinek tişt werin guhertin.

Ez texmîn dikim ku dê navê Kurdan hebe tê de û dê hinek rê bên vekirin.

Helbet ji bo danîna çekan dê şertên PKKyê jî hebin lê em bi şertên wan nizanin.

Li ser navê PKK an Serokê PKKyê hinek talebên DEM Partiyê çêbûbûn.

Ez texmîn dikim dê hinek talebên wan jî dê werin cih.

Di rojên pêş de jî dê makezagoneke sivîl, makezagoneke nû çêbibe ku hemû xelkê Tirkiyeyê bi biratî û bi yekbûn bijî.

Kurd û Tirkan ev welat bi hev re xelas kiriye.”

“Kes dê nikaribe pêşiya vî îşî bigire”

Suna Kepoluyê pirsa, “Gelo ti garantî heye ku dê ev pêvajo bi ser bikeve?” bi vî rengî bersivand:

“Ez bawer nakim ku dinya biratiya Kurd û Tirkan dixwaze çimkî dizanin ku Kurd û Tirk bigihîjin hevdû, biratiya wan çêbibe we dê qerar û qedera xwe diyar bikin.

Ez bawer dikim ku dê dawî pir bi germî û xweşikayî çêbibe. Kes dê nikaribe pêşiya vî îşî bigire.

Biratiya Kurd û Tirkan dê here serî.”

“Helbet ên ku dixwazin zererê bidin vê pêvajoyê hene”

Wê herî dawiyê got, “Helbet ên ku dixwazin zererê bidin vê pêvajoyê hene. Ji bo ku ji xwe re qadekê vekin Kurd û Tirk berdan hevdû.”

Sunayê gotina pêşiyan a bi rengî “Merivantî germa germa, neyartî nerma nerma” bi bîr anî û got, “Dinya  bigihîje hev jî êdî nikare pêşiya vê aştiya hana bigire.”

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin