Li Merîwanê kolberek hat kuştin

Li Merîwanê kolberek hat kuştin

.

A+A-

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengawê ragihand ku roja şemiyê li bajarê Merîwanê kolberekî bi navê Arman Reyzan li herêma sînor a Doplorehê ji aliyê hêzên îranê ve hat kuştin.

Arman Reyzan 32 salî ye, gundê Gurcehê yê Merîwanê ye, zewicî ye û 2 zarokên wî hene.

Hate zanîn ku cenazeyê Arman Reyzan rakirine Newxeşxaneya Merîwanê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin