
PWK: Em Leyla Qasim û hevalên wê bi rêzdarî bi bîr tînin
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em Leyla Qasim û hevalên wê bi rêzdarî bi bîr tînin
Leyla Qasim û havlên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Mîran endamên Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK-I) bûn.
Zilm û zora rêjîma Beas ya Iraqê li ser miletê Kurd, bîr û hizra azadîxwazîyê û têkoşînê ji bo bidestxistina mafên netewî yê miletê Kurd di dilê Leyla Qasim de peyde kir.
Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.
Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, îşkence û azara hovane ya celadên Beasê nekarîn Leylayê ji helwesta wê ya netewî vegerînin.
Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb çû ber sêdarê. Leyla di kêliya dawî ya jiyana xwe de ji celadên Beas re wiha got:
“Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana xwe fedayî rêya rizgariya Kurdistanê dikim.”
Herwiha Leyla Qasim li ber sêdarê got: “Bi vî cilê Kurdî, ez dibim bûka Kurdistanê.”
Leyla Qasim û 4 hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.
Em Leyla Qasim û hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Mîran û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
12.05.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin