Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!

A+A-

Li Rojhilata Naverast Îran xetek terorê avakirî ye. Îran, zirt û gefên xwe bi hebûna hêza vê xeta terorêdixwe û bi vê bawere. Bi jiholêrakirina stratejîst û mîmarê operasyonên derve yên Îran re, derket holê ku piştgirên terora Îran, tenê ev hêzên terorê û hêzên bi van hêzên terorê re têkildar in. Ji dervê van hêzan ti dewletên meşrû, pişrast, pişgirî nedan Îran.

Îran, di xaka Rojhilata Naverast de, bi avakirina vê xeta terorê re, gihîştîye astek metirsîdar û li ser herêmê, li ser cîhanê bûye tehdîdek mezin. Divê pêşî li vê pêla mezhebî, şîîst bêt girtin!

Îran, sîyaseta xwe, li ser esasên terora mezhebî şîe avakirîye.Qelebalixên şîe ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne. Û ev bikaranîn di astek metirsîdar de ye. Di merasima stratejîst û berpirsê operasyonên derveyî Îran de, ev qelebalixa ku deixist holê, dide nîşan ku wê Îran, metodên terorî bikar bîne. Di van metodan de, li henber Emerîka û Îsraîl û hevalbendên wan, hêzên ku wê bên bikaranîn Hizbullaha Libnan, hêzên Haşdî Şeebî, hêzên Îran yên li Sûrîye, HAMAS û hêzên Ebdûlmelik Hûsî ne. Bikaranîna van hêzên terorêst, destpêka pêlek terorê a herêmê ye.

Çend qadên ku ji bona vê pêla terorê re bên neqandin, yek ji wan axa Libnan û a din jî axa İraq e. Bi hewlên şîeyên İraq yên ku bi Îran re têkildarin, wê İraq bikişîne nav alozîyên mezin. Ev alozî jî wê bingehek şerê mezhebî bi xwe re bîne. Wê di vî şerî mezhebî de Emerîka demek bêdeng bimîne, ku carek din rolekî nû li İraq bidest bixe. Ji ber wê jî Emerîka wê beşek mezin ji hêzên xwe, ji İraq bikişîne, lê İraq bicarekê de terk nake.

Teknolojîya şer pir bipêş de ketîye û serê vê teknolojîyê di destê Emerîka de ye. Metodên şerê ser axê, êdî dema xwe guhertîye ser şerê teknolojîk. Ji ber wê jî wek dewlet, îhtîmala şerekî mezin pir zeîfe. Wê bi teknîkî şer bimeşe û zerara vî şerî jî piranî, maddî û teknîkî be. Armanc wê hilweşandina aborîyê be.

Îran xwe, hevalbendên xwe û hemwelatîyên xwe ji bona vî şerî amade dike û îhtîmalek pir mezine ku, di demek nêzîk de Îran, hinek pargalên didest de (hêzên terorê yên bi ser Îran ve) li henber Îsraîl û Emerîka bikar bîne. Ev, ji bona psîkolojîya molayên Îran, bûye karesatek mecbûrî. Emerîka û Îsraîl jî vê rewşê baş dizanin û li hêvîya hewlek Îran a tolhildana stratejîst û berpêrsê xwe yê Operasyonên dervê Îran in. Ev hewla Îran a tolhildanê wê bi xwe re guhertinên mezin bîne ser Îran û Rojhilata Naverast. Wê bibe sebeba guhertina sîyaseta Îngîltere, Fransa û Elmanya a li ser Rojhilata Naverast. Wê guhertina egera sîyaseta ser İraq û pozîsyonê biguhere. Ev guhertin wê di berjewendîyên Kurd û Kurdistan de bin.

Îran seranserê Rojhilata Naverast, bi bandora hêzên terora şîe girtîye destê xwe û heta ku pêşî li Îran neyê girtin û astengên mezin dernekevin ber Îran; îran ji vê pozîsyonê bipaşde gavê navêje. Man û nemana hêza dewleta şîe bi vê ve girêdayîye. Hebûna vê dewleta bi terora şîe ve têkildar jî, li dij berjewendîyên aktorên cîhanê ne. Ya ku Kurdan û van aktoran jî tîne cem hev ev berjewendî ne. Divê di virde Kurd hesabên xwe baş bikin û armanca Kurdan daxwaza dewletbûnê be. Di Rojhilata Naverast de tek garantîya destkevtinên Kurdan û Îhtîmala îlankirina serxwebûna dewletek kurdistanî heye. Ev jî bikaranîna van berjewendî û têkilîyan e.

Du tehdîdên mezin li pêşîya dewletbûna kurdan hene. Yek ji van Tirkîye û a din jî Îran e. Ev herdû dewlet jî niha di rojhilata Naverast de mezin dilîzin û ev mezin lîstina van herdû dijminên Kurd û Kurdistan, wê bibe sebeba guhertina statûkoya ser Kurdistan. Divê bi ti haweyî sîyaseta Kurdistanî li gel van herdû aktorên dijmin yên herêmê têkildar nebin.

Di vî warî de hilbijare sîyasetek netewî, hevpar û yekrêzî ji bona berjewendîyên Kurd û Kurdistan, wê pêşeroja miletê Kurd û Kurdistan ronî bike. Metoda di virde hilbijare, parastin û cîhgirtina cem hevalbendên stratejîk e. Ev jî hêzên kualîsyona hevpeymanan û Emerîka ye. Ev jî divê bi xwestinên zelal û bi metodên peymandarî bên neqandin.

Her şer, her alozî û her qeyranên sîyasî, bi xwe re guhertinan tînin. A girîng ewe ku sîyaseta Kurd û Kurdistanî bi cîhgirtina refên xwe re, vê başhesab bike û tevbigere. Aqlê stratejîk û dewletbûnê derkeve pêş û serkêşîyê ji sîyaseta Kurd û Kurdistan re bike, pêşeroj wê a Kurd û Kurdistan be.

Garantîya aramîya navçeya Rojhilata navîn, di pêşîlêgirtina Tirkîye û Îran de ye. Di avakirina dewletek Kurdistanî de ye. Ji vê şûn de aramîya Rojhilata Naverast xeyale.

07.01.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin