Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin. 

 Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 279 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 279 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 34 kes li Hesekê, 87 kes li Qamişlo, 27 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Leqê, 13 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Kobanî, 17 kes li Reqayê, 2 kes li Minbicê, 57 li Dêrazorê û 37 li Tebqayê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan canê xwe ji dest dane û 6 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 11092 kesan, ji wan 1340 kes baş bûne û 400 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ev di demekê de ye, ji bo rêgirtina li belavbûna zêde ya Koronayê, ji îro û hefteyeke din qedexeya giştî ya çûnûhatinê li bajarên Qamişlo, Heseke û Reqayê hatiye ragihandin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin