Li Riha û Îzmîrê 32 kes bi tometa PKKê hatin binçavkirin

Li Riha û Îzmîrê 32 kes bi tometa PKKê hatin binçavkirin

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê û Îzmîrê yê Tirkîye, 32 welatî bi bihaneya propagandeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serdozgerê Komarê yê bajarê Îzmîrê operasyonek da zanîn, li dijî malên welatîyan hate destpêkirin û bi sedan mal ketin ber lêgerinê, di encamê de jî 25 welatî hatin binçavkirin.

Da zanîn jî, wan ev operasyon li dijî welatîyên ku propagandeya PKKê dikin, kirine.

Li bajarê Rihayê jî pişti ragihandina qedexeya 30 rojî ya çalakîyên sivîl, polîsan bi ser hejmarek malên welatîyan de girtin û di malan de lêgerîn kirin. Di encamê de 7 welatî bi bihaneya propagandeya terorê kirine hatin binçavkirin.

Lêgerîn 5 navçeyên bajarê Rihayê jî bi xwe ve girt. Leşker û polîsan jî derî û pencereyên malan şikandin û rasterast ketin hundir malan.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin