Elî Bapîr dê dîsa bibe emîrê Komela Îslamî

Elî Bapîr dê dîsa bibe emîrê Komela Îslamî

Komel amadekarîyên çaremîn kongireya xwe dike

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsekî Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) ragihand, Elî Bapîr dê dîsa bibe emîrê Komelê.

Endamê encumena sîyasî ya Komelê, Mihemed Bamokî ji BasNewsê re got, me dest bi amadekarîyên çaremîn kongireya xwe kirîye. Em miha mijûlî konferansên melbendan in.

Mihemed Bamokî li ser rakirina paşgira “îslamî” li ser navê partîyê jî got, emê vê mijarê di kongireyê de gotûbêj bikin lê bi texmîna min dê ew paşgir bimîne.

Li ser guhertina emîrê Komela Îslamî jî wî berpirsê Komelê got, heta niha ti kesî behsa wê yekê nekirîye ku dê bibe kandîdê posta emîrtîya partîyê, ji ber wê jî bi texmîna min dê mamosta Elî Bapîr dîsa bibe emîrê partîyê.

Komela Îslamî ya Kurdistanê sala 2001 hatîye damezirandin û ji wê demê ve heta niha Elî Bapîr emîrê wê ye.

 

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin