Li Rê

Li Rê

Wî bêî ku bilezîne bi tenê xwarin xwar. Gava wî xwarina xwe xilas kir, cardin destê xwe xist nav tûrê êm û jê kîsekî tije xox derxist ku li ber germê di ser hev de germixî bûbûn. Wî çend hebên ku zêde neperixîbûn neqandin û li ber jinikê danîn.

A+A-

Rişme avêt pala erebeyê, navrana şelwarê xwe ji hev vekir, pereyên di berîka xwe de hemî vala kirin navrana xwe û dest bi jimartina wan kir. Serê bergîran di ber wan de hêdî hêdî simên xwe di nav axpînka li ser rê de ber bi pêş diavêtin.

- Li ser hev şeş çewal, ji xwe re got. Ji bo her yekî du lîre? Dike donzdeh...? Pere careke din jimartin. -Neh lîre! Ka her sê lîreyên din? Min hinek xwarin xwar, şerbet û qeşa kirî... Welhasil... dev jê berde! Bi lez pereyên xwe xistin berîka xwe û ji berîka xwe ya din qutiya titûnê derxist; hêdî hêdî cixareyek pêça. Paşê bêî ku lê mêze bike bi kibrîtê cixareya xwe pêxist û bi kêfxweşî kişand.

Rê di nav zeviyên şewitî û bi axpînk re dibihurî ku lê pembû, garis û berbiroj dihatin çandin; ji ber tozê rengê erebeyê kifş nedibû; erebe, erebeajo heta pirêze jî di nav tozê de mabû. Di bin germa rojê de şitilên pembo çilmisîbûn; gunehê wî bi wan hat. Di dilê xwe de "xwezî hinek baran bibariya" got. Yekcaran bi zîqînî erebe radiwestiya û hespan xwe dirêjî garisê kesk yê li kêleka rê dikir. Ji bilî ku carinan erebeajo digot -daah- tiştek ne dikir, mîna ku çu leza wî tune be. Piştî bîstekê hesp cardin bi rê diketin.

Kelkela nîvro, tu sura ba tune bû. Herçiqas bergîr hêdî hêdî diçûn jî lê di nav xwîdanê de mabûn; tozê ku ji erdê radibû bi çermê wan yê şil ve dizeliqî. Di rûyê erebeajo yê tozgirtî de jî xetên xwîdanê dixuyan.

Gava careke din hesp rawestiyan wî serê xwe rakir, got: Dah.
Di wê navê re çavên wî bi jinekê ketin. Wê xwe da kêleka rê da ku ji erebeyê re rê vebe. Çarşefek lê bû, heta bi rûyê wê jî pêçayî bû. Jinik pêxwas bû, li ser erdê sincirî, bi tirs û lerz pêyên xwe diavêtin.
Wî bi destê xwe îşaret da wê; jinik li erebeyê siwar bû û li paş wî rûnişt.
Erebeajo cardin got:
- Daaah! Hesp wek berê bi rê ketin.
Li pêş hinek ji rê dûr dareke tuyan hebû ku ji tozgirtinê sipî dixuya. Darê bi sîya xwe ya reş ve ew vedixwendin. Hespan bi lez berê xwe da bin darê. Gava erebe li bin darê rawestiya erebeajo ji cihê xwe hil bû; cara pêşîn awirek da jinikê. Wê wisa çarşef li xwe pêçabû ku wî nekarî çavên wê jî bibîne. Wî kîsek ji tûrê êmê hespan derxist û vekir. Tê de nanekî sipî û helaw hebû.
Got:- Xwîşkê kerem bike, xwarinê bixwe.
Jinikê bi serê xwe îşareta na da wî.
Wî bêî ku bilezîne bi tenê xwarin xwar. Gava wî xwarina xwe xilas kir, cardin destê xwe xist nav tûrê êm û jê kîsekî tije xox derxist ku li ber germê di ser hev de germixî bûbûn. Wî çend hebên ku zêde neperixîbûn neqandin û li ber jinikê danîn. Pişta wê li wî, wê xox hildan û bêî ku çu gotinek bêje dest bi xwarina wan kir. Wî xoxên perixî yên mayî xwarin, paşê pal da û çavên xwe girtin.

Gava wî çavên xwe vekirin siya dara tuyê ji ser wan çûbû; di bin kelkela rojê de bûn.
- Daaah! mîratino daaah! got û awirek bi lez da paş xwe. Jinik li cihê xwe bû; te digot qey qet xwe ji cihê xwe nelivandiye. Cara pêşîn bû ku wî qamçi di pişta bergîran de şidand.
- Daaah!
Gava ew gihîştin ser rêya bi axpînk hesp vegeriyan ser meşa xwe ya berê.
Erebeajo cardin pereyên xwe ji berîka xwe derxistin û bera navrana şalwarê xwe dan. Di bin bêdengiya giran de jimartina pereyan, zêde bi deng bû; piştî ku careke din jimartin ew xistin berîka xwe; bi nermî carek qamçî hejand û li jinika li paş xwe zivirî. Jê pirsî:
- Vê kelkelê tu ji ku têyî, bi ku de diçî?
Wê bi dengekî pir nizim got:
- Ji bajêr.
Heta hukimê dîtina çavan digihîşt deşta mezin ya bêdawî li derûdora wan xuya dibû: bi erdê qehweyî yê cotkirî, zeviyê kesk, zadê zer yê ku di bin rojê de dibiriqî; û li pêş wan rêya bi axpînk mîna xetekê di deştê de dirêj dibû.

- Tu ê herî kîjan gundî?
- Kîrmîtlî.
- Ez jî ji Hemîteyê me.
Jinikê got: - Du gund ji yê me wêdatir, ne wisa?
Erebeajo got: - Du gund.
Bê deng man. Paşê erebeajo cardin got:
- Di vê germê de li bajêr çi karê te hebû?
Jinikê dengê xwe nekir. Wî da aqilê xwe ku wê nebihîst, pirsa xwe tekrar kir. Ji ber ku ew hîn jî bê deng bû, erebeajo hêrs bû; lê jê re bûbû meraq. Di dawiyê de wî got:
- Xwîşkê, ma tiştekî ku nayê gotin?
Wê li wî mêze kir.
- Na birê min, got. Ma çima dê neyê gotin?

Erebeajo bi birûyên gur mirovekî hûr û bejinkurt, stûdirêj û zeîf bû. Şalwarekî reş û gomlekekî hevrîşim î zer lê bû. Şewqeyê wî nû bû, bi hêla rastê ve xwar dabû serê xwe.
Jinikê bi dengekî lerzok got:
- Çavên mêrê min birijin, wî ez berdame. Ez mecbûr bûm ku herim ji cem hukumetê ewraqên xwe bînim.
Li dûr hêla başûr, cihê Deryaya Spî, li asoyê ewrine sipî û piçûk xuya dibûn. Bayekî sivik ji hêla rojava hat û hinek toz ji erdê rakir û bihurî.

Erebeajo got:
- Te di vê germê de xwe wisa pêçaye, tu ji germê mirî. Çima tu çarşefê ji xwe nakî? Ma dê kî te li ser vê rêya tenha bibîne?
Gava wê çarşef ji hev vekir, berê xwe da erebeajo, piçek nefes hat ber wê; û erebeajo niha cara pêşîn bû ew didît. Rûyê wê sor bûbû; çavên wê reş û mezin, lêvên wê qalind bûn. Li gorî rûyê wê yê fireh çeneya wê pir zirav bû. Qevdên wê qalind û kemaxên wê dagirtî bûn. Mircanên xwîdanê bi qirika wê ya dirêj û zirav ve xuya dibûn. Jinik spehî bû.

Erebeajo ji gavê carekê li jinikê dinihêrî, paşê serê xwe dizivirand; çavên xwe digirtin û digot:
- Daaah!
Careke din bi ser jinikê ve zivirî û mideteke dirêj li wê mêze kir. Jinikê çavên xwe bera ber xwe dan.
Wî got:
- Navê te çi ye?
- Emîne...
- Emîne, tu dizanî, bi rastî jî divê ez bêjim, mêrê te ehmeqekî temam e.
- Çavên wî birijin, ew bêmejî wisa ye, Emîneyê got. Ehmeqekî temam...
Gava ew gihîştin ba pirê kêleka Karasu wî doxrişme kişand, hesp ji ber xwe ve sekinîn; bayê rojava gur bûbû, ji erdê toz radikir û hertişt di nav tozê de dihîşt. Li wê derê perê avê bi zilên berz yên gur pêçayî ye. Ji nişkê ve erebeajo qamçî hilda û erebe ajot nav zilan. Erebe ji cihê xwe hilpekiya, jinik bi paş de şûş bû, dikira di erebeyê werbibaya. Erebe paşê rawestiya, êdî nedikarî di nav zilên gur de here.
Erebeajo got:
- Bila hesp li vir hinekî bêhna xwe vekin. Gava li wê mêze dikir bêhn lê teng dibû, qirika wî ziwa dibû. Jinikê dengê xwe nekir. Wî cardin got:
- Mêrê te divê yekî ehmeq be. Heke zilam bûya...
- Çu car nebû! wê got. Ximbikekî genî ye, ji xelkê re dixebite, aqilê wî ji kîsê xelkê ye.
Erebeajo ji erebeyê daket, bêî ku bêhna xwe veke li wê dorê çû û hat, çend car li dora erebeyê zivirî. Zilek jê kir, parçe parçe qut kir û avêt. Piştre pir bi lez bi qevda wê girt.
- Ev çi ye? jinik qêriya û destê xwe kişand. Xêr e tu çi dikî?
Wî ziq li bîbikên çavên wê nihêrî, erebeajo:
- Wisa neke!
Jinik ji erebeyê daket û ber bi rê çû. Erebeajo bi dû wê de beziya, ji par ve bi nava wê girt.
Jinikê got:
- Tu şêt î, çi yî! wê ew dehf da û bi rêya xwe de meşiya.
- Guh bide min, got û da dû wê. Kesekî min tune ye. Ne bav, ne dê ne jî jin. Ez bi tenê me. Ev hesp yên min in; erebe jî ya min e. Û sê zeviyên min yên mezin li gund hene...
Jinik rawestiya. Erebeajo çû gihîşt wê û cardin hişk bi qevdên wê girtin. Ji kelecana şehwetê wextî ji xwe biçûya. Reşeka zilan, dunya li dora wî zîz dibûn.
- Ma tiştê tu dibêjî rast e? wê pirsî.
- Belê. Û çêlekên min jî hene...
- Ma bi rastî jî kesekî te tune ye?
- Na, çu kes! Ez bi tik û tenê me... Wî ew ber bi nava zilan ve kişand, çûn cihekî xewle û tarî.
Gava ew ji nav zilan bi derketin, bayê rojava gur bûbû, derûdor di nav tozê de hiştibû. Erebeajo bi kêfxweşî qamçî dihejand. Te digot qey ew hespên tiral cardin vejiyane; û erebe di nav toz û dûmanê de diçû.
Ew di bêhnekê de gihîştin Kîrmîtliyê. Erebeajo rawestiya û li Emîneyê mêze kir. Wan li hev nihêrî. Emîne bê deng bû, xwe ji cihê xwe nelivand.
Wî got:
- Ev gundê te ye, ne wisa Emîne?
- Belê, wê got. Lê çu hewildana wê ku ji erebeyê dakeve nedixuya.
Wî berê xwe guhert û qamçî li pişta hespan şidand.
Ji erdê toz radibû; erebe bi lez di deşta fireh de ber bi Hemîteyê diçû.

Yaşar Kemal
Kurdî: Serdar Roşan

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin