Li Efrînê qedexe hat ragihandin

Li Efrînê qedexe hat ragihandin

.

A+A-

Birêvebiriya Ewlehiyê (Asayîş) ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya li nav bajêr ragihand.

Asayîşê daxwaz kir ku welatî ji bo parastina aramiya bajêr pêbendî rênimayan bin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya derketina derve demjimêr 20:00an dest pê dike û heta 02:00yên berê sibehê didome.

"Em yekrêziya niştimanî diparêzin"

Asayîşa Efrînê da zanîn ku ev gav ji bo parastina yekrêziya niştimanî û tebahiya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de hatiye avêtin.

Birêvebiriyê ji şêniyên bajêr xwest ku rêzê li sembolên niştimanî bigirin.

Birêvebiryê her wiha xwest ku ew nirxên biratî û bihevrejiyanê biparêzin.

Di daxuyaniyê de hişyarî ji binpêkeran re hat dayîn û hat gotin:

"Birêvebiriya Asayîşê dê li hemberî her kesê ku binpêkirinê bike rêkarên yasayî pêk bîne.

Ev yek jî bi armanca bicihkirina yasayê û parastina aştiya civakî ye."

Asayîşa Efrînê tekez kir ku divê boneyên niştimanî bibin sedema hezkirin û tebahiyê.

Hat destnîşankirin ku divê ev hezkirin di navbera hemû pêkhateyan de hebe.

Heqaret li sembolên neteweyî hatin kirin

Ragihandina vê qedexeyê piştî hinek aloziyan hat.

Îro li parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê Newroz hat pîrozkirin.

Piştî vegera ji pîrozbahiya Newrozê, hejmarek welatiyên Efrînê li Helebê rastî êrişa bi dehan welatiyên Ereb hatin.

Her wiha di wan bûyeran de heqaret li sembolên neteweyî yên gelê Kurd jî hatin kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin