Li Parlamentoya Ewropayê pirsa Kurd tê gotûbêjkirin

Li Parlamentoya Ewropayê pirsa Kurd tê gotûbêjkirin

Li Parlamentoya Ewropayê bi beşdarbûna hejmarek parêzer û rêxistinên mafên mirovan li ser Pirsa Kurd konferansek hat sazkirin.

A+A-

Li gor medyaya Tirkiyê, yekem panêla konferansê bi navnîşanê "Tirkiye wek dewletekê ku ji dewleta yasayê bêbeş e" hat sazkirin û kesên wek Parêzerê Mafên Mirovan Akin Birdal, Hevserokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê Ozturk Turkdogan, Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirov Gulseren Yolerî beşdar bûn.

Akin Birdal amaje bi wê yekê kir, ku divê pirsa Kurd li nav Tirkiyê bê çareserkirin, lê ji bêçariyiyê wiha kir ku bibe pirseke herêmî û ji ber vê jî bûye pirseke navdewletî. Birdal bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: "Li Tirkiyê bêdestûrî serdest e, li welatekî wek Tirkiyê kar bi yasayan nayê kirin û di girtîxaneyan de 264 hezar zîndanî hene."

 

Ozturk Turkdogan jî da zanîn, ku di girtîgehan de tenê cihê 211 hezar kesan heye, lê niha 260 hezar kes di wan girtîgehan de dimînin û li beşekî zêde yê girtîgehan girtî ji ber nebûna cih bo dorê radizên. Turkdogan ragihand ku li Tirkiyê bi giştî azadiya 800 hezar kesan hatiye sînordarkirin.

 

Gulseren Yolerî jî got, ku berê jî li Tirkiyê îşkence hebû, lê di van salên dawî de wek salên 80yî gehiştiye astekî bilind. Yolerî herwiha da zanîn ku li Tirkiyê 2 milyon zarok kar dikin, beşê herî zêde nehatine tomarkirin û ji sedî 53ê wan ji mafên xwendinê bêbeş in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin