Li Parîsê Bîranîna Dr. Îsmet Şerîf Wanlî

Li Parîsê Bîranîna Dr. Îsmet Şerîf Wanlî

.

A+A-

Bi minasebeta salvegera 10ê ya koça dawîn a Îsmet Şerîf Wanlî semînerek li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, roja şemiyê / 13-ê çiriya paşîn pêk hat. Di vê Semînerê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, Prof. Dr. Hemîd Bozarslan û rojnamevan Îhsan Kurt beşdar bûn û li ser kesayetî, têkoşîn, berhem û mîratê ronakbîrî yê birêz Wanlî axifîn.


Axaftina pêşîn birêz Nezan kir û li ser kesayetî û têkoşîna wî bi dirêjayî peyivî û wiha got:
“Ronakbîr û siyasetmedarê kurd Ismet Îsmet Şerîf Wanlî ku yek ji danerê Enstîtuya kurdî ya Parîsê jî bû, di 9-ê çiriya paşîn a 2011-ê de, li Lozanê / Lausanne, di 87 saliya xwe de koça dawîn kir. Ew di 21-ê çiriya paşîn a 1924-ê de ji diya xwe bûye, diya wî Diyarbekirî û bavê wî jî Wanî ye. Piştî ku malbata wî li Şamê dibe penaber, ew jî li wir mezin dibe. Ji wir jî ji bo xwendina xwe pêşî diçe Libnanê, paşê Fransa, Amerîka û Swîsreyê. Xwendina xwe ya bilind di warê hiqûq û fîlozofiyê de dike. Ew têza xwe ya doktorayê li Lozanê, di warê zanistên siyasî de amade dike û pleya doktoriyê werdigre. Piştî salek mastera xwe di warê tarîxê de, li Cenevreyê / Geneve dersên zanistên siyasî dide. 
Wanly li gel zimanê kurdî yê ku paşê hînbûbû, Fransizî, Ingilîzî û Erebî zanibû. Ji bo wê jî roleke çalak di nav tevgera kurdî de lîst. Wî li gel Nûredîn Zaza û Evdirehman Qasimlo, Komeleya xwendekarên kurd li Ewrûpayê, di 1948-ê de, li Wîesbaden / Almanyayê ava kir. Paşê, Komîteya lêkolînên kurdî li Sorbonê damezirand. Di navbra salên 1961-175-ê de, bû nûnerê serekî yê bexwedana kurdî ya general Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê. Bi vê berpirsiyariya xwe, wî pirsa kurdî medyatîzê kir anî ber deriyê Neteweyên Yekbûyî. Ji ber çalakiyên xwe bû armanca rejima iraqî, ku ajanên wê di 1976-ê de, li Lozanê, di mala wî de xwestin wî bikujin, lê ew ji vê êrîşê bi birîndarî filitî. 


Îsmet Şerîf Wanlî bi ber xwendin û çalakiyên xwe re gelek berhem jî li ser Kurdan çap kirin ku têza wî ya doktorayê “Kurd û Kurdistan, doza neteweyî û şoreşa 1961-ê” ya herî girîng e. Li gel vê jî dev ji milîtantiya xwe ya dilsoz berneda; Komîteya mafên Kurdan li Ewrûpayê ava kir, bû yek ji danerê Enstîtuya kurdî ya Parîsê (1983) û Rêxistina hiqûqnasên kurd li Ewrûpayê (1985). Di salên 1990-ê de têkiliyên wî bi PKK-ê re jî çêbûn û bû endamê Parlementoya kurdî ya li sirgûnê PKWD (1995) ku paşê bû Kongreya neteweyî ya Kurdistanê (1999) û wî heta 2003-ê serokayetiya wê kir.


Paşê, ji ber problemên tenduristiyê ji siyasetê dûr ket, di îlona 2011-ê de xwîn çû ser mêjiyê wî û 9-ê çiriya paşîn de jî, li Lozanê koça dawîn kir. Wî dixwest li Diyarbekirê bê veşartin, lê karbidestên tirk daxwaza wî qebûl nekirin. Termê wî li ser daxwaza malbata wî, bi beşdariya gelek kesayetiyên navdar ji çar beşên Kurdistanê li Lozanê hate veşartin.


Berî koça xwe ya dawîn, wî arşîva xwe ya ku 3500 dokumanên bi heft zimanan pêk dihat da Pirtûkxaneya Zanîngeha Riponnê ya li Lozanê.


Îsmet Şerîf Wanlî zewicî bû û kurekî wî bi navê Siyamend hebû, ku di 2016ê de, zû çû rahmetê.”  
Piştî birêz Nezan, Ihsan Kurt axivî û bahsa salên wî yên dawîn û arşîva wî kir:


“Min birêz Wanlî di salên 90-î de nas kir. Dema ku ew ji bo xwendina xwe tê Siwîsre, Tanzanya serxwebûna xwe radighîne, bavê wî jê re dibêje ‘heta tu nebî balyozê Kurdistanê li Tanzanyayê dev ji xwendina xwe bernede.’ Carekê min jê pirsî, ‘tu çima hatî Lozanê?’, got ‘ji bo Peymana Lozanê ji nû ve sererast bikim’. Rejima Baas a Iraqî xwest wî bikuje û ya Sûrî jî ji ber xebatên wî cezayê îdamê dayê û dest danî ser hemî mal û milkên wî li Suriyeyê. Di salên 90-î de seredana Bakurê Kurdistanê kir, beşdarî vekirina Enstîtuya kurdî ya Stenbûlê bû. Piştî wê, wî bi xwe got ‘min nizanibû ku rejima Kemalîst dikare ew çend asimîleker û weranker be, ji bo wê min xwest ez alîkariya Kurdên bakur bikim.’ Lê piştî girtina Ocalan û helwesta wî ji PKK-ê sar bû. Wî dixwest ku Kurdên bakur, ji xebata çekdarî bêtir metodên sivîl û demokratîk derxin pêş û daxwazên xwe yên neteweyî zelaltir bikin û bi mêrxasî bilêv bikin.


Ji bo arşîva xwe, berî mirina xwe bi du sê salan ji min re got ku ez wê li ciyekî ewle bicîh nekim ezê çav vekirî herim gorê. Me ji pirtûkxaneyên Swîsrî pirsî, kesî bersiveke maqûl neda me. Pirtukxaneyeke Flaman, ji Belçîkayê xwest arşîva wî bi 300 000 €uroyî bikire, lê wî dil nekir, dixwest arşîva wî li Lozanê bimîne. Di encamê de bi alîkariya Partiya Sosyalîst me arşîva wî da Pirtûkxaneya neteweyî ya zanîngehê û me ji bo parastina wê jî komeleyek bi navê ‘Association pour la promotion du Fonds kurde Ismet Chériff Vanly / Komeleya Parastina Arşîva kurdî ya Ismet Şerîf Wanly’ ava kir. Min enwantereke vê arşîvê da Enstîtuya kurdî ya Parîsê. 


Axaftina dawîn Profesor Hemîd Bozarslan kir, ew jî bi dirêjayî li ser berhemên wî peyivî û bi taybetî bahsa girîngiya têza wî ya doktorayê kir:


«Îsmet Şerîf kesekî pirralî bû, ez ê bêtir bahsa Doktor Ismet Şerîf Wanlî û pirtûka wî ku têza wî ya doktorayê bû, bikim. Ev pirtûk bi naverok û perspektîfên xwe manîfestoya neteweya kurdî ye. Ezê ji aliyekî bahsa pirtûkê bikim û li ser bingeha wê bahsa kesayetiya nivîskarê wê bikim. Pirtûka wî bi naveroka xwe li ser tevgera Mistefa Barzanî ya salên 1961-ê ye. Ev tevger şoreşeke serketî ye, ku bi tu tevgerên din ên li dijî dagîrkeriyê re nayê miqayese kirin, lê di tariyê de maye û kes ji girîngiya wê tê negihîştiye. Li gor pisporê tevgerên gerîlla Gerard Chaliand, tevgereke gerîlla ya herî serketî ye. 


Pirtûk, bahsa derketina holê ya vê tevgerê û xwe organîzekirina wê dike. Tevger kongreya xwe çêdike, organên xwe yên siyasî, leşkerî û hiqûqî pêk tîne, radyoyeke kurdî ava dike û tevgereke çapemeniyê pêk tîne. Tevger, gav bi gav şûna dewleta Iraqî li Kurdistanê digre. Û dixwaze xwe li ser axa xwe weke dewleteke nûjen ferz bike. Ev tevger tevî bêderfetiyê jî, bi bez pêş dikeve û dîplomasiya xwe jî li gor îmkanên xwe ava dike. Nivîskar van xebatên xam gişan bi hostetî bi hev ve girêdide û pêşkêşî xwendevanan dike. 


Birêz Wanlî analîzeke bi rêk û pêk ya herêmê û ya dinyaya wê demê û pêşketina sosyalîzma neteweyî ya welatên ereban jî dike, ku niha jî girîngiya xwe diparêze. Ew destnîşan dike ku ev tevgera nasyonalîst a navneteweyî ya Erebî dixwaze li Iraqê Kurdan binbir bike û welatê wan bi ser Iraqê veke. Her weha nîşandide ku têkiliya vê sosyalîzmê bi Rojava re tuneye û tevgera kurdî jî ne tevgereke feodal e. Ew dibêje pirsa kurdî ne bi desttêwerdana biyaniyan derketiye holê, ew pirseke dîrokî, siyasî û hiqûqî ye. Dîrokî ye, ji ber ku derewa dewletên ku Kurdîstan perçe kirine li holê ye. Herweha derewên dewletên Ewropî jî hene, derewa serxwebûna Iraqê heye. Li gor wî pirsa kurdî, pirsa îxaneta ku li wan hatiye kirinêye.


Pirsa kurdî siyasî ye, Wanlî nabêje, lê Kant dibêje, ‘kêmayetî tuneye, kêmkirin, piçûkirin heye”. Miletekî ku ev neheqî lê hatiye kirin, mafê wî yê ji vê statuyê derketinê û çarenivîsa xwe bigre destê xwe heye. Heger Kurdên başûr sînorên heyî bişkînin, wê li herêmê bibin piranî.


Pirsa kurdî, hiqûqî ye, ji ber ku mafê Kurdan yên çarenivîsa xwe bi xwe tayin bikin, heye. Wanly her wiha dibêje ku pirsa kurdî ne ya neteweperestiyê ye, ya azadiyê ye. Weke ku Marx gotiye pirsa Macar, Bulgar û hwd. ne ya ne neteweperestiyê ye, ya azadiyê ye. Ji bo wî tevgera kurdî tevgereke şorişger e, ku xwedî aliyekî wê yê civatî û yekî neteweyî heye. Têkoşîna neteweyî bi tenê neteweyî ye, aliyekî wê yê civatî jî heye ku divê bandoreke wê ya serdestiyê û yeke şikandina zordestiyê hebe. Serdestiya wê, PDK dibe organeke navendî ya tevgerê. Pirtûk, ji aliyê din ve hiyerarşiya civatî analîz dike, bahsa serkirdayetiyê, eşîran, bajariyan, xortan, jinan û kêmayetiyan dike. Paralelî serketina şoreşê beşdariya civatî jî zêde dibe, kevn û nû hev temam dikin.


Aliyekî din ê girîng ê vê pirtûkê ew e, ku Wanlî têde Kurdistanê weke welatekî dagirkirî nîşan dide. Wextê xwe Dr. Hikmet Kivilcimli, Kurdîstanê weke welatekî dagîrkirî analîz dike, lê di bin bandora Kemalîzmê de, vê têza xwe heta mirina xwe vedişêre. Paşê di salên heftêyî de Doktor Şivan û paşê Kemal Burkay û Îsmail Beşîkçî Kurdistanê weke welatekî dagirkirî analîz dikin. Kurdistana başûr bûye kabûsê Tirkiye, Îran û Iraq û Suriyeyê...”

 

RN / Yakup Karademir 

Parîs

2-184.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin