Li Mûşê kevneşopa kutana genim

Li Mûşê kevneşopa kutana genim

Xelkê gundê Sosnût hêj di conî de bi mîrkutan genim dikutin û kevneşopiya bav û kalên xwe didomînin

A+A-

Xelkê gundê Sosnût hêj di conî de bi mêrkutan genim dikutin û kevneşopiya bav û kalên xwe didomînin

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê kevneşopiya sedan salan a "di conî de kutana genim" berdewam e.

 

Xelkê gundê Sosnût  ku 15 kîlomêtre dûrî navenda Mûşê ye de, hêj di conî de bi mêrkutan genim dikutin û kevneşopiya bav û kalên xwe didomînin.

 

20190820-2-37831180-46925442.jpg

 

Ji şêniyên gund Vedat Kavşut diyar kir, ji bo ku ev kevneşop ranebe ew her sal ser bênderan li ser coniyên hin xelkê gund genim dikutin.

Kavşut got ku tehma genim û savarê ku di conî de tê kutan xweştir e û ji aliyê tenduristiyê ve baştir e û wiha pê de çû: "Ez hêngî bûme em di conî de savar û genim dikutin. Em dixwazin kevneşopiya bav û kalên xwe nedin jibîrkirin. Ji ber ku xêr û bereket û tehma savar û genimê conî xweştir e, em vê rêbazê tercîh dikin. 2 jin tenekeyek savar di nav du saetan de dikutin û amade dikin."

 

20190820-2-37831180-46925444.jpg

 

Azîze Kavşut  jî got ku ji ber ku berê derfetên teknolojîk tunebûn, genim di coniyan de dihat kutan û ew ji wê demê heta niha vê kevneşopiyê didomînin.

Kavşut destnîşan kir, ew piştî ku genimê xwe dişûn, savarê xwe dikelînin û ziwa dikin, bi mêrkutan di conî de dikutin, her çend karekî zehmet be jî ew vê kevneşopiyê didomînin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin