Li Mînneapolîsê xwepêşandêran agir bi qereqola polîsan xistîye

Li Mînneapolîsê xwepêşandêran agir bi qereqola polîsan xistîye

Piştî ku kesekî bi navê George Floyd ê Afro Amerîkayî ji hêla polîsekî ve hat kuştin, li Mînneapolîsê ev çend roj in xwepêşandan pêk tên. Xwepêşandêran agir bi qereqola polîsan xistîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî ku kesekî bi navê George Floyd ê Afro Amerîkayî ji hêla polîsekî ve hat kuştin, li Mînneapolîsê ev çend roj in xwepêşandan pêk tên. Xwepêşandêran agir bi qereqola polîsan xistîye.

Di navbera polîs û xwepêşanderên ku piranîya wan reşik in şer û pevçûn pêk tên û ev pevçûn car caran gûr dibin.

Li gor nûçeyên çapemenîya amerîkî xwepêşandêr ketine navenda polîsan a herêma 3yemîn û agir bera avahîyê dane. Floydî li vê herêmê can dabû.

Bi sed hezaran xwepêşandêr xwe barîkatên polîsan rakirine û û ketin avahîyê û paşê jî agir bera avahîyê dane. Hin hesabên medyaya civakî ev bûyer bi awayekî zindî weşandîye.

Di vê navberê da polîsan jî bi gaza rondikrêj mudaxeleyî xwepêşandêran kirine.

Di vê navberê de Tim Walz, Walîyê Mînnesotayê ji bo ku Yekîneyên Pasavanan ên Neteweyî biçin herêmê ferman daye. Tê payîn ku ev yekine di demeke kurt de bigihêjin herêmê.

Li hin deverên din jî çalakî pêk hatine

Xwenîşandan li hin bajarên din ên DYAyê jî pêk hatine. Li Memphisê xwepêşander li ber avahîya polîsan kom bûne û sloganên “Heke edalet tunebe aştî jî nîne” berz kirine. Li Los Angelesê jî xwepêşanderan rêyek ji çûnûhatinê re girtine.

Li New Yorkê jî çalaki pêk hatine.

Komek xwepêşander li Qada Unionê ya Manhattanê kom bûne û hin kaxiz bilind kirine ku li ser wan “Jîyana reşikan girîng e” nivîsandîye. Her weha sloganên “Bêhna min diçike” berz kirine.

Hawara Floydî tundîya polîsan anîye rojevê

Polîsan pêr êvarê li Minneapolisê xwest in George Floydê 46 salî desteser bikin. Di vê demê de polîsekî çoga xwe danîbû ser histûyê Floydî û li ser vê Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim.”  Floydî li wir can dabû.

Çar polîs ji kar hatibûn avêtin û Buroya Darazîya Cezayan a Minnesotayê û Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ji hêla xwe dest bi lêpirsînê kiribûn.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin