Li Miksê aşût: 23 kes mirin

Li Miksê aşût: 23 kes mirin

Li Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di encama hatina aşutek de, 23 kesan jîyana xwe winda kirin û 50 kes jî wenda ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navçeya Miksê ya Bajarê Wanê, aşûtek hat ser refek rêwîyan û otombîlek ya vekirina rêyan. Di encam de 15 kes, bi demjimêran di bin aşûtê de man.

Di encam de 8 Kes hatin rizgar kirin û 11 Kes jî, di bin befrê de fetisîbûn.

Jibo 2 kesên wenda jî, ji duhî ve xebat, berdewam dike, lê hîn jî ti encamek bidest nexistin e.

Hat ragihandin, grûpa hewarhatinê, ku lêgerin ji bo du kesan dikin, ew jî rastî aşûtek din hatin.

Serokê Bajarvanîya Miksê got:  Di encama aşût a dawîyê de 50 kes din, di bin aşûtê de man e.

Xebatên rizgarkirinê berdewam in, lê rewşa keşûhewayê alozîyên mezin ên rizgarkirinê derxistîye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin