Li Kurdistana Başûr hejmara turîstan zêde dibe

Li Kurdistana Başûr hejmara turîstan zêde dibe

181 hezar Turîst di nav çend rojên bînvedana cejna Qurbanê de hatine Herêma Kurdistanê. Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî diyar kir: “Hatina geştiyaran berdewam e û hejmara wan zêde dibe.”

A+A-

181 hezar Turîst di nav çend rojên betlaneya (tatîla) cejna Qurbanê de hatine Herêma Kurdistanê û li gor cejna Qurbanê ya sala par, hatina turîstan %24 zêde bûye.

 

Serokê Desteya Geştyariyê li Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar got: Di nava şeş mehên yekem ên îsal de, milyonek û sê sed û deh hezar geştyar hatine Herêma Kurdistan, ku ev jî hevberî pênc salên derbasbûyî, jimareke pîvanî ye.

Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî ragihand: “Di nav pênc rojên 18 - 22ê Tebaxê de 181 hezar geştiyar hatin Herêma Kurdistanê, di cejna Qurbanê ya sala 2017an de 145 hezar geştiyar hatibûn, ango bi rêjeya %24 hatina geştiyaran zêde bûye.”

 

Nadir Rostî diyar kir: “Hatina geştiyaran berdewam e û hejmara wan zêde dibe.”

 

Rostî duh encamên 6 mehên borî yên hatina geştiyaran bo Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand: “Milyonek û 310 hezar geştiyar di nav 6 mehên îsal (2018) de hatine Herêma Kurdistanê.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum