Leyla Bîrlîk li Yunanîstanê hat binçavkirin

Leyla Bîrlîk li Yunanîstanê hat binçavkirin

Parlamentera berê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Bîrlîk li Yûnîstanê hate binçavkirin.

A+A-

Parlamentera berê ya HDPê Leyla Bîrlîk li Yûnanîstanê hate binçavkirin. Di derbarê Leyla Bîrlîk de li Tirkiyê biryara mahkemê ya “qedexeya derketina derveyî welat” hebû.

 

Parlamentera berê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Bîrlîk li Yûnîstanê hate binçavkirin. Leyla Bîrlîk nuha li navenda polîsan a Alexandropolisê girtiye.

 

Leyla Bîrlîk di perioda buhurî de parlamentera Şirnexê bû û ew jî bi tevê 13 parlamenterên din ên HDPê di 4ê meha 11an a 2016ê de bi tometa “endamtiya PKK/KCKê” hatibû girtin.

 

Bîrlîk 4ê heyva 11an a 2017ê hatibû berdan lê derbarê wê de biryara “qedexeya derketina derveyî welat” hebû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin