Li Iraqê 3531 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

Li Iraqê 3531 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

Îro 13.09.2020ê 3531 pêketiyên din ên vîrusa korona li Iraqê hatin tomar kirin û 73 kesan din ên pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Wezareta tenduristî û jînge ya Iraqê di raporta xwe ya rojane de ragehand, di 24 demjimêrên borî de 3531 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û herwaha 3422 pêketî jî baş bûne.

Heta naha li Iraqê bi fermî 290 hezar û 309 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û 224 hezar û 705 pêketî jî baş bûne. Herwaha 8 hezar û 14 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin