Li Geverê rûdana tirafîkê: 6 kes mirin

Li Geverê rûdana tirafîkê: 6 kes mirin

Li navçeya Gevera Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê di rûdaneka tirafîkê de 6 kes mirin.

A+A-

Li gorî zanyarîyan wesayîta di bin ajokarîya Mustafa Nasiroglu de îro hin kes ji bo ku Golên Satê bibînin ji Geverê derketin rê.

Di rê de sedemeke ku hêj nehatîye zanin wesayît ji kontrolê derketîye û wergerîyaye kendalê.

Di encama bûyerê de ajokar Nasiroglu birîndar bûye, kesên bi navê Evîn Yazgan, Aysun Er, Çîmen Ozçuk, Meryem Renda, Semra Varol û Savaş Bayram jî mirine. 

Nasiroglu bi firokeyê rakirin nexweşxaneya Geverê, laşên 6 kesan jî ji bo otopsîyê rakirin nexweşxaneya Colemêrgê.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin