Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê

A+A-

Li Enqerê rewşa siyasî hêj ronahî dibe; hêzên siyasî bona paşeroja xwe bi helwest û reftarek vekirî helwest digrin û di nava partiyan da derîyê hevkarî û hevalbendiyê vedibe.

Bê guman ev rewşa siyasî, bi giştî Kurdistanê û taybetî jî rojava û bakurê Kurdistanê têkildar dike.

Rojavayê Kurdistanê jî têkildar dike, ji ber ku serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan li ser hev li dijî herêma Rojava, taybetî li dijî Efrînê gefa dixwe.

Dema mirov guhdarîya axaftinên Erdogan dike, mirov dibêje qey kerwana eskerî ketiye ser rê û bere daye Efrînê.

Bê guman em dizanin ku parek gellekî mezin ji artêşa Tirk, bi hemû cûre çeken giran va, li ser tixûbê bakur û rojavayê Kurdistanê hatiye heşidandin, li benda destûra Putin e.

Bê guman, divê her kes bawer bike ku bi mebesta serketina hilbijartina seroktîyê, ya sala 2019an, R. Tayyip Erdogan dikane bikeve nava her hewildanekê, êrişî Efrînê jî têda.

Li Tirkîye hemahengîya siyasî hat guhertin, taybetî piştê derbeya eskerî ya di 15î tîrmeha 2016an û 7ê tebaxa heman salê  da ku li taxa Yenîkapiya Stenbulê, AKP (Partîya Edalet û Geşepêdanê), MHP (Partîya Bizava Neteweperest) û CHP (Partîya Komara Gel), li gel girseyekî mezin mitîngek lidarxistibûn û navê mîtingê jî “ruhê Yenîkapi” (famkirina Yenîkapi) lê kiribûn.

Ez bawerim têt bîra we jî ku Erdogan, bi vê dawetê dabeşkerîya xwe selmandibû û HDP (Partîya Demokratîka Gelan) dawetê mitîngê nekiribû.

Bê guman, dawetkirin an nekirina HDPê mijarek din e, lê wekî Erdogan gotî; derbeya eskerî, rê li ber Erdogan û MHP xweş kir ku ew bi dile xwe tevbigerin, jixwe Erdogan gotibû, “ev lutfê Xweda ye” û serokê MHPê jî hemû gotinên xwe, êriş û zihêfên xwe yên wekî alçax, bênamûs, bêşeref jibîr kirin, tûka xwe alast, xwe û partîya xwe da rexê Erdogan.

Baş e, çi qewimî ku serokêgiştîyê MHP, xwe û partîya xwe bike palpiştê Erdogan û îro jî helwest û biryara xwe eşkere bike?

Hinek kes dibêjin, ku ew dênê xwe dide, ji ber ku Erdogan bû asteng li ber civandina kongreya neasayî ya MHPê, ku şert û mercên yasayî hatibûn cî, ger kongre bihata civadin îro Devlet Bahçeli wekî serok nedima!

Bi ya min ev rast e, lê ne bes e, helwesta Erdogan derfetek da Bahçeli, jixwe wî biryara xwe dabû ku bibe palpiştê Erdogan, bi mebestê ku li ber nêzikbûna Erdogan berve Kurdan asteng be.

Gellek aşkere ye, ku Erdogan tene bi hêza xwe û AKP nikane bibe serok, divê partîyek din destekê bidê, bi alîkarîya MHP makezagon hat guhertin û astengên li ber seroktîya hat rakirin û nuha jî hilbijartin û seroktî.

Bahçeli, bi kevirekî du balinde anîn xwarê; yek, Erdogan dorpêç kir ku ew bi ti hêzên din va taybetî bi Kurdan va hevkariyê neke; du, partîya xwe jixwe ji wê bêhtir girseyî nedibû, partîyekî mîsyonî û bîrdozî ye, heta dibetîya di bin benda hilbijartinê da mayîn heye, nûha, him bû hevkarê hikûmeta nû û him jî, kursîyên xwe û hevalên xwe di parlemento da misoger kir.

Bahçelî dixwaze demek dirêj Erdogan dorpêç bike, ewî ne tene hilbijartinên 2019an hedef girtîye, herweha penc salin din jî, ji îro va palpiştîya xwe aşkere kir.

Li dijî Kurdan nuha aqilekî rasyonel dixuye, de ka emê bibinin….

Tenê Kurd dikanin hesabê Erdogan û Bahçeli xera bikin, ger Kurd wekî blok tevbigerin, ev hesap dikane li dîwarê siyaseta bakurê Kurdistanê keve û bifelişe.

Hevkarîya siyaseta bakurê Kurdistanê peywirek dîrokî ye, divê hêzên siyasî bakurê Kurdistanê blok bin, fîdekar bin, paşeroja vî miletî bifikirin û ji îro va bikevin nava karûbarekî fireh.

10.01.2018/Dusseldorf

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin