Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Gelo Çima Berhem û Nivîsên Kurdî Nayên Xwendin?

A+A-

Beriya niha bi demekê li Amedê, li Navenda Çanda Cegerxwîn, ji terefî Komela Nivîskarên Kurd, bi moderatoriya İsmail Dindar li ser çîroka Kurdî panelek pêk hat. Ez ji wek xwendevanekî çîroka Kurdî beşdar bûm. Sê nivîskar li ser rewşa Çîroka Kurdî peyvîn. Yek ji Kurdîstana Başûr İsmail Hacanî bû. Yek ji bakûr Enîse Şirin û ya din ji Tirkiyê Ayşegül Tozoren bû. Hermet a Tirk Ayşegül xanim bi tirkî, ê din bir kurdî peyîvîn.

 

Min li axaftininên her sê panelîsta gohdar kir. Xwedê gravî dê liser rewşa çîrok û çîrokvaniya Kurd bi sekinîna û niqaş bikra. Lê ya rast min di axiftinên wan de çîrok nedît. Tenê di derdora çîrokê ve çun û hatin. Min navê herdû çîrokvanên Kurd bihîstbû. Lê mixabin pirtûkên wan ne xwendin e. Lewma di derheqa çîrokvaniya wande ne heddêmin e tişetkî bêjim. Lê her wiha ez karim bêjim ku li ba min ew kesê ku di babeta zimanê Kurdîde hindik- gelek ne mihîm e, ked û kar kiribê, qelem bikar anî be ciyê wî li ser seran û ser çavan e.

 

Piştî axaftinan, ji bo ku bigihim kar mecbûr mam û ji panelê veqtiyam. Eger ez dernekatima min ê di şexsiyeta wan de hêvîkik bikra. Hêviya min dê ev ba: “Ez di dexilê we de, vî zimanê delal û şêrîn giran nekin, jibo ku pirtûk û berhemên we werin xwendin ziman hesan bikin. Dev ji van peyvên çewt û mewto ku nû hatine afrandin berdin. Peyvên ku ev hezar salin gelê Kurd bikar tînê û bûna malê Kurdî bikar bînin.”

 

Lê mixabin firsata min çê nebû ku ez vê hêviya xwe bînim ziman. Lewma min bi vê sebûnetê xwest ku di vê gotrê de ez vî derdê xwe bînim ziman.

 

Bi rastî jî, gelek nivîskarên Kurd hene ku ez nivîsên wan bi koteka zorê di xwînim. Sebeb jî ev e: di nivîsên xwe de gelek peyvên ku li gora çi qaîdê hatine afrandin ne beloye, bi kartînin û dibêjin “ev Kurdiya aqademîk e” Îcar “Kurdiya aqademîk çiye” ez nizanim, gerek em ji wan

bipirsin. Lê baweriya min ewe ku ji xeynî çend kesên wek wan pêve tukes van peyva fam nake. Ne xasim rebenê gel jixwe hîç fam nakê. Ez jî yek ji wanim.

 

Di vê babetê de dixwazim du mînakan bidim. Mînaka yekem ji panelê ye. Panêlîsta rêzdar Enise Şirin di axaftina xwede her serê kêlîkê peyva “ramîn” bi kar tanî. Çaxê nû min ev peyv bihîst, şaş mam. Qasekî ji xwre fikirîm, gelo “ramîn” çiye? Heyra li min negrin, me “raman” bihîst bû lê “ramîn” ne bihîst bû. Ya rast bi cahîliya xwe piçek xemgîn bûm. Piştî panelê, ji sê çar havalên nivîskar pirsîm. Wan jî mana “ramîn” nizanî bûn. Ew çax hinek kêfa min hat û ji xwere got: “Baş e, ê cahîl(!) ne ez tenê me.

 

Mînaka din ji gotara hevalekî min ê nivîskarê ê; Beriya niha bi çendekî min gotareke vî nivîskarê hêja di xwend. Di gotarê de gotinek wiha hebû: “Ez tîke dikim” Ez ji xwere fikirim, gelo “tîke” çiye? Ez rabûm ji xwediyê goterê pirsîm. Got ku, “tîke” tê mana “rica” yanî “ez rica dikim”. Wek van peyvan bi sedan mînak hene. Lê ne hewceye ku em van mînaka zêde bikin.

 

Gelo ma bikar anîna “rica dikim” çi zererê dide zimanê me? Gelek peyv ji Erebî, Tirkî, Farisî û êdin ketine nav zimanê me. (Mînak wek: Qelem, defter,qatil, rica, mesele…) Ev tiştekî normal e. Hemû zimanên dinyayê ji hevdu dan û standinê dikin. Bi dîtina min tu zerera bi kar anîna van peyvan tune û bûne malê Kurdî. Ji Kurdî jîg elek peyv ketine nav Erebî, Farisî Tirki. Lê ev necamêr wek me ji nav zimanê xwe dernaxin û kirine malê bavê xwe. Gerek em jî xweyî li van peyvan derkevin. Bêguman di şuna van peyvên bîyanî de bikar anîna peyvên Kurdî baştir e. Dibe ku gelek peyvên Kurdî hatibin jibîrkirin. Her wiha pewîste ku zimannas û nivîskarên me van peyvan derxin holê û cardin têxin ferhengên Kurdî. Ji alê din bi dan û standina nav zaravayên Kurdî dê ziman zengîn bibe. Ma ji dêlva afrandina peyvên çewt û mewto, pêşvebirina vê dan û standinê nê çêtir û pîroztir e?

 

Di dest pêka Cumhuriyetê de Tirkan jî, peyvên ku ji Erebî û Farîsî ketibûn nav ziman wan de derdixistin û di şûna wan de peyvên nû di afirandin. Ew xebata ku bi navê Türk Dil Kurumu dihat meşandin hêjî li bîra meye ku çawa ji mîzahvanan re bûbû malzeme. Piştî demekê fam kirin ku ev ne xebateke di rêde ye û zimanê wan xera dibê, dev jê berdan û îcar dest nedan wan pêyvên Erebî an Farisî. Îro em heman karî dikin, wan taqlît dikin. Rêya ku Tirk ji zûde vegerana em di şopînin. Wekî ku çawa di siyasetê de dibe, em di vê babetê de jî wan taklît dikin. Ev gotin bê sebep nehatiye gotin e: “Eger dermanê keçel hebûna wê pêşî li serê xwe bida”

 

 

Ji alî kî ve em kaz kaz dikin û dibêjin çima berhemên kurdî nayên xwendin? Ji alê din heya ji me tê ziman giran dikin, xwendinê zehmet dikin. Ya rast berevajî vêye. Gerek em ziman û xwendina ziman hesan û şêrîn bikin ku xwendevan zêde bibin.

 

Bi van hêviya ez rica jî nivîskarê Kurdan dikim, ji bona xwedê bi vî zimanê şêrîn neleyîzin, giran nekin, Bi zimanê bav û kala bi nivîsin û bi axivin. Ew çax hunê bibînin ku berhemên dê werên xwendin.

Önceki ve Sonraki Yazılar