Li Enqerê 24 Iraqî bi tohmeta 'endamtîya DAIŞê' hatin girtin

Li Enqerê 24 Iraqî bi tohmeta 'endamtîya DAIŞê' hatin girtin

Li Enqerê di encama operasyoneke hêzên emnî yên Tirkiyê bi hevkariya MITê 25 kes bo tohmeta “endamtî û alîkariya” DAIŞê hatin desteserkirin ku 24 kes xwediyê nasnameya Iraqî ne.

A+A-

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, hêzên Dije Terora Tirkiyê îro, 05.10.2020, di demjimêrên sibehê de li Enqerê operasyonek pêk anîn.

Di çarçova wê operasyonê de hêzên Tirkiyê bi ser gelek malan de girt û di encamê de bi tohmeta “endamtî û alîkarî”ya rêxistina DAIŞê 25 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan ew kesên hatine desteserkirin 24 ji wan xwedî nasnameya Iraqî û kesek jî hilgirê nasnameya Fînlandê ye.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin ew operasyona li Enqerê di encama xebata hevbeş a hêzên emnî û îstîxbaretê (MIT) de pêk hat.

Hatiye belavkirin di encama wê xebata hêzên emnî-MITê de 29 kes hatin tespîtkirin ku “li deverên şer ên Sûriyê mane, peywendiya wan li gel DAIŞê heye û di nav wê rêxistinê de kar kirine.”

Li aliyê din xebatên ji bo girtina 4 kesên din ku ew jî ne hemwelatiyên Tirkiyê be berdewam dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin