Li Elbak a Wanê 2 gund hatin karantînekirin

Li Elbak a Wanê 2 gund hatin karantînekirin

Li bajarokê Elbakê yê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve 2 gund ji ber belavbûna vîrusa koronayê hatin karantînekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan, li gundên Çux (Gedîkbaşi) û Balîyan (Ekecek) yên girêdayî bajarokê Elbakê yê ser bi parêzgeha Wanê, 2 welatîyên ku ji bajarên din hatibûn wan gundan bi vîrusa koronayê ketine.

Piştî agahdarbûna ji rewşê, tîmên tendirustîyê li her du gundan dest bi lêkolînan kirin û her du gund heta fermanekî nû hatin karantînekirin.

Duh li Amedê jî gundek û li bajarê Rihayê jî taxek ji ber belavbûna koronayê hatibûn karantînekirin.

Ev yek di demekê de ye, ku Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca ragihandîye, herî dawî 1 hezar û 182 kesên din li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 30 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê, heta niha li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hejmara tûşbûyên Koronayê gihîştîye160 hezar û 979 kesan û hjemara mirîyan jî bo 4 hezar 461 kesan bilind bûye.

Karantînekirina cihên nû di demekê de ye, ku hikûmeta Tirkîyê biryar daye piştî 1ê Hezîranê jîyanê asayî bike û qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajaran de bi dawî bike.

Serokomarê Tirkîyê, Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna kabîneya xwe ragihand, piştî 1ê Hezîranê qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajaran de bi dawî tê.

Erdogan got: “Fermanberên hikûmetê jî weke berê dê dewama xwe bikin. Herwiha xwaringeh, Kafe, şîrînîxane, çayxane, salonên werzîşî û melevangeh û germav, dikarin heta seet 10ê şevê kar bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin