Li Efrînê çekdaran 300 lîreyên Tirkî li ser her malekê ferz kir

Li Efrînê çekdaran 300 lîreyên Tirkî li ser her malekê ferz kir

.

A+A-

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpeke çekdar a girêdayî Tirkiyê 300 lîreyên Tirkî li ser her malekê li gundekî Efrînê ferz kiriye. Fermandarekî grûpa Hemzat xelkê gundê Kokanê tehdîd kiriye û gotiye eger ew bacê nedin wê darên wan bên birîn.

Grûpa Hemzat baca zordariyê li xelkê nahiya Mabata li herêma Efrînê ferz dike.

Firqeya Hemzat li Efrînê dibêje yan hûn dê baca zorane bidin an jî darûberên we dê bên birîn û zeviyên we dê bên çêrandin. Ev fermana Ebû Siltan fermandarekî Firqeya el-Hemze, ya girêdayî Tirkiyê ye bo xelkê gundê Kokanê ser bi nahiyeya mabata ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê: “Ebû Siltan gundî li mala muxtêr civandine, û li ser her malekê 300 Lîreyên Tirkî wekî baca zorane ferz kiriye. Ew bac bi bihaneya prastina zevî û darûberên gundiyan sepandiye.”

Ebû siltan gefa birîna darzeytûnan li gundiyan xwariye eger vê bacê nedin.

Berpirsê Platforma Armancê Welîd Meimo,, ku xelkê Efrînê ye, hûrgiliyên tişta li gundê Kokanê bûye ji Rûdawê re vegotin û diyar kir ku xelkê nikare li wan gilî jî bike.

Çekdarên Grûpa Siltan Silêman Şah, bi fermandariya Ebû Emşe, motorê bîra ava gundê Qermitliq, ser bi nahiyeya Şiyê dizîne. Niha jî çekdarên grûpa navborî 50 dolar, li ser her maleke Kurd ferz kirine da ku pê motorekî nû ji bo derxistina avê bikirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin