Grûpeke ku dixwest li Hewlêrê xwînê birejîne hat girtin

Grûpeke ku dixwest li Hewlêrê xwînê birejîne hat girtin

.

A+A-

 Grûpeke ji çekdarên DAIŞê ku plan hebû zincîreyeke kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê encam bidin û xwînê birejinin hat girtin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke çekdarên DAIŞê ya 5 kesî belav kir ku plan hebûn berî Cejna Qurbanê hinek kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê pêk bînin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ew grûp ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê ve hat desteserkirin ku plana wan hebû, berî Cejna Qurbanê li nava bajarê Hewlêrê çend kiryarên teroristî pêk bînin û avahiya Parêzgeha Hewlêrê û cihekî din ku kesên biyanî lê hebin, di armanca wan de hebûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew grûû bi çavdêrîkirin, wênegirtin û plandanîna kiriyarên terorîstî ji aliyê rêxistinê ve hate erkdarkirin.

Di îtîrafên xwe de, endamên komê gotin ku ew bi talîmata ku ji "Waliyê DAIŞê yê Iraqê" wergirtine ji bo êrişa li Hewlêrê çavdêrî dikirin ku berî Cejna Qurbanê bi peydakirina teqemeniyan êrişê bikin.

Di daxuyaniya xwe de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha xelkê Kurdistanê piştrast dike ku Dijeterora Kurdistanê û hêzên ewlehiyê her dem  amade ne mal û canê xelkê û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ji her gef û metirsiyekê biparêzin.

Nasnameya endamên kesên hatine girtin wiha ne:

- Mazin Diyab Reşîd, di sala 1988an de li Enbarê ji dayik bûye û ji 2004an ve ligel DAIŞê û komên din ên terorîst re dixebite

- Ebdurrehman Ala Endulhusên Mecîd, di 2002an de li Bexdayê ji dayîk bûye

- Mistefa Ebdulnasir Sadiq Fleyh, di 1999an de li Ramadî ji dayik bûye

- Hesen Kesar Casim, di 1998an de li Enbarê ji dayik bûye

- Omer Remzî Seîd Şemerî, di sala 1985an de li Enbarê ji dayik bûye û ji 2005an ve bi DAIŞS û komên din ên terorîst ve peywendiyên wî hebûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin