Li Efrînê 6 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Li Efrînê 6 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

.

A+A-

 Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 6 welatiyên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, roja 27 Adarê bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de girt û 4 welatî bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebû revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Behzad Subhî Osman, Rustem Izet Elî, Xelîl Emîr, Emîr Cemîl Cemal.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, Polîsa Leşkerî roja 20ê Adarê du birayên bi navê Birîm û Enter Nebî Moso ji gundê Çeqelê Cûmê revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Di wê derbarê de, Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, her welatiyekî kurd li Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran vet ê revandin, tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe, di demekê de ku ti kesekî ereb yan tirkmen bi tometa ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê desteserkirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin