Li Diyarbekirê rojane zêdetir ji 10 tenduristkaran bi Koronayê dikevin

Li Diyarbekirê rojane zêdetir ji 10 tenduristkaran bi Koronayê dikevin

Diyarbekirê hejmara tenduristkarên ku ji ber Covîd19 canê xwe jidest dane, gihişt 10 kesan. Herî dawî jî di 20'ê Îlonê de Esra Alakûş kul i nexweşxaneya Dewletê ya Selahatîn Eyubî a Diyarbekirê peywirdarbû, canê xwe ji dest dabû. Sendîqa û saziyên sivîl j

A+A-

Di 20'ê Îlonê roja yekşemê, xebetkara tenduristiyê Esra Alakûş ku 45 salî bû, ji ber Covîd-19 canê xwe ji dest da. 3 ji wan di nav 20 rojên dawî de, heta niha 10 xebatkarên tenduristiyê li Diarbekirê canê xwe ji dest dane, 775 ji wan jî tûşî nexweşînan buye. Sazî û sendîqayên Tenduristiyê jî li ber nexweşaxaneya Dewletê a Salahattîn Eyûbî xebatkarên ku canê xwe ji dest dane bibîr anîn.

Seroka Jûra Tabîbên Tirkiyeyê TTB'ê a Şaxa Diyarbekirê Elîf Tûran balê kişand ku her diçe tûşbûyîyên vîrusê zêde dibin û li Diayrbekirê di nav 4 rojan de 53 tenduristkar tûşî nexweşînê bûne. Tûran da zanîn ku tenduristkar kêm in û barê wan gelek giran e, lê rayedar jî piştgiriya wan nakin.

Seroka TTB'ê ya Şaxa Diyarbekirê Elîf Tûran ji K24ê ew got: "Em xemgînin, lewra her roja ji deha kesî zêdetir hevkarên me bi vê nexweşînê dikevin. Li Trikiyeyê her rojê hevkarekî me canê xwe ji dest dide. Ev rewş jî me xemgîn dike. Bi rastî jî em dikarin rê li ber belavbûna vê vîrusê bigirin. Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku pandemî li nexweşxaneyan bê çareser kirin. lê em her tim dibêjin pandemî tenê li nexweşxaneyan, nayê çareser kirin divê ev belavbûna wê bê rawestandin."

Tenduristkar radigihÎnin ku li hember vîrus û pandemiyê jî, li hember êrişan jî tene hatine hiştin û siyasetmedar û rayedarên ku hevkariya desthilatdariyê dikin jî wan wek armanc nişan didin.

Hevserokê Sendîqaya Kedkarê Tendurstiyê SES'ê yê Diyarbekirê Şiyar Guldiken da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê jî welatî jî ji ber xemsariyê canê xwe jidest didin û anî ziman ku ew ji rayedaran piştgiriyê nabînin, lê gotarên wan dibin sedem ku êriş li tenduristkaran bên kirin.

Hevserokê SES'ê yê Diyarbekirê Şiyar Gudîken got: "Serokê MHP'ê ku şirîkê AKP'ê û desthilatdariyê ye Dewlet Bahçelî daxwaza girtina jûra Tabîban dikir. Piştî wê daxwazê me dizanibû ku ewê tenê wisa di gotinê de nemine û êriş li ser xebatkarên tenduristiyê çêbibin kul i Keçîoren a Enqereyê çêbû û hemû kes dît. Bi rastî dema kum in temaşe kir ez pir tirsiyam. Ne polês ne jî kes û tişteke ku wan biparêze tunebûn. Em ji serî de dibêjin, 'em tene mane.'bi rastî jî em xebatkarên tenduristiyê tene mane."

Saziyên pisporiya tenduristiyê radigihînin ku hikumetê, bi alîgirên xwe re û bi awayekî der zanistî û rastiyan; pêvajoyê dimeşîne û loma jî pêşî li belavbûna vîrusê nayê girtin. Daxwaz jî dikin ku hemû sazî di nav plansazî û birêvebirina pêvajoya bergiriyên bi vîrusê re bigirin û pêkve belavbÛnê rawestînin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin