Li dinyayê koronavîrûs, li Kurdistanê qedexe naqedin!

Li dinyayê koronavîrûs, li Kurdistanê qedexe naqedin!

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakîyên wek xwepêşandan, meş, daxuyanîyên çapemenîyê, kombûn, vedana çadir û standan li parêzgehê heta mehekê hatin qedexekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya ku ji alîyê Parêzgarîya Dîlokê ve hatîye belavkirin, hemû çalakîyên wek xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê, kombûn, komkirina îmzeyan, vedana çadir û standan li sînorê parêzgehê hatine qedexekirin.

Parêzgarîya Dîlokê sedema biryara qedexeyê vegerandîye bo asayîşa navçeyê.

Di daxuyanîyê de tê îdîakirin, ku armanca qedexeyê parastina can û malê welatîyan, rêgirtin li çêbûna tawanan, parastina asayîşa giştî û rêgirtin e li belavbûna bûyerên tundûtûjîyê.

Li gor daxuyanîyê, qedexeya çalakîyan îro Sêşemê 09.06.2020 destpê dike û heta 08.07.2020ê berdewam dibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin