Li Brîtanya 2 namzedên Kurd serkevtin bi dest xistin

Li Brîtanya 2 namzedên Kurd serkevtin bi dest xistin

Ji 4 kandîdên Kurd ên di hilbijartinên parlamentoya Brîtanya de, 2 kesan serkevtin bi dest xistin û bûne parlamenter, ku yek ji wan ji Partîya Kar û yê din jî ji Partîya Konservatîv e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro Înê encamên destpêkê yên hilbijartinan hatin aşkerekirin û li gor encamên destpêkê, ji 4 namzedên Kurd 2 kesan serkevtin bi dest xistine û di xûla nû ya parlamentoya Brîtanyayê de bûne parlamenter.

Li gor encamên destpêkê, Nedîm Zehawî ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partîya Konservatîv bibû namzed, karîye 33,343 dengan bi dest bîne û careke din bibe parlamenter.

Herwiha Feryal Clark ku xelka Bakurê Kurdistanê ye li ser lîsta Partîya Kar 23,340 deng bi dest xistine û wek parlamenter hatîye hilbijartin.

Di hilbijartinên vê carê de du berbijêrên din ên Kurd jî hebûn, lê serkevtin bi dest nexistine. Yek ji wan Îbrahîm Doguş e ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partîya Kar bûbû namzed û yê din Kawe Beheştîzade ye ku xelkê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partîya Lîberal Demokrat bûbû berbijêr.

Partîya Konservatîv ango Muhafizekar serkeftineke mezin tomar kirîye, lê belê Partîya Kar rastî şikestineke mezin hatîye.

Li gor encamên destpêkê, Partîya Konservatîv a bi serokatîya Boris Johnson 368 kursîyan bi dest dixe û bi vî awayî dikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne.

Partîya Kar a bi serokatîya Jeremy Corbyn jî rastî şikestineke mezin hatîye û 191 kursîyên parlamentoyê bi dest dixe, di demekê de ku Partîya Kar berî hilbijartina vê carê, di parlamentoya Brîtanyayê xwedîyê 262 parlamenteran bû.

Ji bilî herdu partîyên serekî, Partîya Niştimanîya Skotlandê 55 kursî, Partîya lîberal Demorkat 13 kursî, Partîya Kesk 1 kursî û partîyên din 22 kursî bi dest xistine, herwiha Partîya Brexitê nekarîye ti kursîyan bi dest bixe.

Parlamentoya Brîtanyayê xwedîyê 650 kursîyên parlamenterîyê ye.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin