Konferansa Bakur Û Rojhilata Sûrîyê li Brukselê û Encamên Wê

Konferansa Bakur Û Rojhilata Sûrîyê li Brukselê û Encamên Wê

Li bajarê Bruksel paytexta Belçîka û paytexta Yekîtîya Ewrupa konferansa navnetewî ya bi navê "Bakur û Rojhilata Sûrî‘/Rojava" di rojên 11 û 12ê Çile de pêk hat.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di konferansê de ezmûna herêmî ya Kurdên Sûrîyê li Bakur Û Rojhilata Sûrîyê hat gotûbêj kirin, bi taybet piştî ku leşkerê Tirkîyê û grûbên çekdar yên girêdayî wê roja 9î Oktobera 2019an êrişî ser herêmê kirbû.

Di konferansê de gelek sîyasetvan, çalakvanên mafên mirovan, parlamenter û rojnamevanên Kurd û bîyanî beşdarî di konferansê de kirin.

Ji herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê û nûnerên Rêveberîya Xweser jî hatbûn konferansê.

Di roja yekem ya konferansê de Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransa û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Kuchner jî, beşdarî konferansê bûbû û di roja yekê ya konferansê de, peyvek pêşkeş kir û got:
“Bûyerên li Bakur û Rojhilata Sûrîyê diqewimin ji derveyî hovitîyê ne tiştek din e." Kûşner herwiha got, "piştgirîya me ji bo Kurdan mayînde ye û nirxên ku Kurd diparêzin nirxên Ewrupayê ne jî.”

Jibo danûstendinên li ser encam, pêşnîyar û giringîya konferansê di vî demî de bernama "Hello Washington" mêvandarîya Newaf Xelîl Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almany û Salah Îlmdar, endamê polîtbîrûya partîya Yekîtî– Wahdê kir.

Her du mêvan konferans di bernamê de nirxandin û li dawîyê pêşnîyar û armancên konferansê anîn ser ziman.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin