Li Bakur û Tirkîyê 100 kes hatin desteserkirin

Li Bakur û Tirkîyê 100 kes hatin desteserkirin

Li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 100 kes hatin desteserkirin û hejmarek ji wan berpirs û rêveberên HDPê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Amedê 20 endam û berpirsên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin desteserkirin.

Tohmeta desteserkirina wan heta niha nehatîye aşkerekirin û lêpirsîna wan li Asayîşa Amedê berdewam e.

Herwiha li bajarê Wanê jî 47 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatine  desteserkirin û li bajarên wekî Dêrsim, Şirnex, Enqere û Kocaelîyê jî 33 kes di çarçoveya lêpirsînên PKKê de hatine desteserkirin.

Roja 15ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û pêwendîya hejmarek ji oprasyonan bi vê yekê re girêdayî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin