Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Bakur Siyaseta Çol kirinê…

A+A-

Heke Kurdên Bakurê Kurdistanê di nava xwe de tifaqên Milî ava nekin, ji hêla netewayetiyê de li pêşiya Kurdên Bakur çoleke zıpîzûwa heye…

Doz na ya partîyeke ye, ne ya sazîyeke ye, na ya şexsekî ye, ev doza ya hemû Kurdan e.

Ji bona ku mirov vê rastiyê bibine, hewcedarî bi felsefeyeke kûr tüne ye, hewcedarî bi pisportîya siyasî tüne ye, hewcedarî bi megalomanî yê tüne ye, hewcedarî bi hezaran pirtûkên sosyolojî tune ye, hewcedarî bi teorîya siyasî jî tune ye…

Tiştê ku ez li vir nişane yê pê dikim tiştekî şênber, Kurdperwer, mirovî, civakî û dîrokî ye.

Ez weke çavderekî siyasî û civakî li pêşiya xwe temaşe dikim û pêşbinî dikim; heke Kurdên Bakur hevbeşbûna Kurdan, tifaqa Kurdan, parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, nirxên milî  di siyasetê de ji xwe re nekin bingeh, wê tênê lî pêşiya Kurdan çol kirin hebe. Ez çavderiyê dikim ku rewrewkên vê çolê ji bona siyaseta ku ne milî ye nûha xwe baş diyar kirine. Heke Kurd ji vê yekê bi hevdû re aqilekî bigirin û bi aqilane, hevbeş û bi dildarî tevbigerin, hîna jî wext ne dereng e. Em dikarin li himber siyaseta çol kirine bi hevdû re rawestin û projeyeke milî derxinîn pêşberî civaka Kurdan.

Yên ku hest û ramanên netewî bi wana re hebe, divê nehelin ku Kurd berê xwe bidin vê çola ku ne av lê heye, ne jiyan lê heye û ne şînahî lê heye. Ango cihê ku jiyana Kurdewari lê tüne be, ji bona doza netewî divê em xebat û fedakariyê bikin, li himberi vê rewşê rawestin, divê em tiştên tehl-demkî jî be daqûrtînin. Hevdû tehamûl bikin, em Kurd hevdû qebûl bikin. Em Kurd divê bikaribîn di nava projeyeke milî de bi hevdû re bijin. Ma mirov tenê ji bona şexs ê xwe, sazîya xwe û partiya xwe siyasetê dike? Ma civak tênê ji şexs, sazî û partîyên me pêktên? Ma peşêroja Kurdistanê ne ji ya partî û sazîyan, ne ji ya şexs û malbatan giringtire gelo? Ma gava ku Kurd û Kurdistan têk çûn, emê çi bikin ji partıyên siyasi?

Heke civak piralî be, divê helwest û siyaset jî piralî be! Bêşik hevbeş be jî! Ango li hevdû hatineke milî ji bona civaka Kurdan pêwîstiyeke exlaqî ye, felsefî ye û dîrokî ye.

Ez çavderiyê dikim ku Kurd rojanê ji fikir û ramanên Kurd û Kurdistanê bi hêsanî bidûr dikevin.  Ji welat koçber dibin. Ji tevgirêdanên welat qût dibin. Zimanê xwe jibîra dikin. Bi serdestên dagirkeran re tolaziyê dikin. Ji bona ku di nava sosyete û sermayedarên dagirkeran de cîhêkî bîbînin, dikevin hemû qaliban. Li zengilê hemû derîyan dixînin. Li aliyê din jî nifşê ku ji hest û nirxên milî bidûrketine gav bi gav mezin dibin û hejmara wana zêde dibe. Di nava Kurdan de yên ku berê xwe didin partî û sazîyên dagirkeran û roj bi roj ji hebûna xwe ya milî bidûr dikevin jî hene. Ev dîyar de hemû bi hevdû re nîşanêyên rewrewka çolê ne.

Dîsa mirov di siyaseta Kurdan de dîtyariyê dike ku hejmara yên ku ji bê tıfaqî û pêşeroja Kurdan gazinan dikin zêde bûne. Lê di vir de sergêjiyeke mezin heye. Mirov dikare di vi warî pêrgî partîyeke sergêjan jî bibe. Ji aliye tifaqan de serê wan ne baş zelal e. Gazinan ji her tiştî dikin lê projeya wana ji bona pêşeroje Kurdan tüne. Her kesî bi xwefiroşiye tawanbar dikin! Dibêjin; tifaq jî ez im û yekitî jî ez im, Kurdistan jî ez im, welat jî ez im…

De werin îca vî kerî di vê neqebê re derbas bikin lo!

Dîsa ew ên ku hemû curê partîyên dagirkeran li Kurdistanê ava dikin, pêşengîya wana dikin ji ezmanan daneketine Kurdistanê. Ma ew jî ne Kurd in gelo? Berjewendiyên xwe yên demkî ew derdorana di ser yên pêşeroja Kurdistanê re digirin. Ev jî rastîyeke me Kurdan e. Hûn herin kijan bajar û bajarokê Kurdistanê hûne li her deveran pêrgî partîyên sîstemê bibin. Ango Kurdistan ne tenê ji aliyê leşkerî û ewlekariyê de hatiyê dagirkirin, welatê me sîyasî jî hatiyê dagirkirin. Ji aliyê fikir û raman de hatiyê dagirkirin, ji aliyê hest û helwestan de hatiyê dagirkirin. Welat ji aliyên sembolên dagirkeran de hatiye miştkirin. Raya giştî ya Kurdan jî, di nava xwe de stêrîkên li ezmanan di hejmêr e û bahwer dike ev jî karekî netewî ye!...

Li miqabilî vê yekê divê Kurdperwer hemû potansiyela Kurdewariyê derxînin qada siyasetê. Madî û manewî divê em hemû bi hevdû re paleyê ji bona doza Kurdistanê bikin. Hicetên biçûk û teramera divê nebin asteng li pêşberî doza welat. Yên ku xwe navenda her tiştî dibinin divê zanibûn ku civaka Kurdan ne tenê ji wana pêktê. Em Kurd di civakeke pir navendî de dijin û hüner ji ev e ku mirov wan navendan di nava xwe de kordinê bike û hemû navendan – biçûk û mezin- di projeya milî de binê cem hevdû.

Heke em Kurdperwer bin, divê pencere û derîyên me ji hemû Kurdan re vekirîbin. Divê mirov ji diyalogên di nava Kurdan de netirse. Divê Kurdperwer amade bin li ser nirxên netewî û mirovî bi hemû kesan re karibîn bidin û bistînin.

Têzanîn ku li Rojhilata Navin listikên siyasetê mezin in, hûtên heftserî di nava tevgeran de ne û ji xwe re li nêçirê digerin, Kurd jî li vê erdnîgariyê dijîn û mirovên Kurdperwer jî divê li gora vê rastiyê helwestên xwe yên milî pêş de bibin!

Ma ji bona ku mirov van rastiyan bıbîne hewcedarî bi çewaleke gotinên vala heye gelo?

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin