
Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
.
Serokwezîrê Iraqê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li ser xurtkirina peywendiyên her du welatan, bêçekkirina komên çekdar û dayîna destûrê bi çendîn kompanyayên teknolojî û enerjiyê yên Amerîkayê li hev kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro 16ê Hezîrana 2026an daxuyaniyek derbarê civîna Serokwezîrê Federal Elî Falih Zeydî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack de belav kir. Di civînê de her du aliyan tekezî li ser pabendbûna bo avakirina Iraqeke xwedî serwerî, ewle û aram kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Tom Barrack peyama Donald Trump gihandiye Zeydî û diyar kir ku Trump li benda nîvê meha Tîrmeha bê ye, da ku li Koşka Spî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê bike. Di wê hevdîtinê de dê paşeroja peywendiyên stratejîk ên navbera her du welatan bê nîqaşkirin.
Mijareke sereke ya civînê, ewlehiya Iraqê bû. Her du aliyan li ser plana hikûmeta Iraqê ya ji bo "bêçekkirina temamî û hilweşandina hemû kom û pêkhateyên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê" guftugo kirin. Armanc ji vê pêngavê ew e ku çek tenê di destê dewletê de bimîne, Iraq ji hevrikiyan bê dûrxistin û axa wê nebe gef li ser aştiya navçeyê.
Di warê aborî û teknolojiyê de, hikûmeta Iraqê bi fermî razîbûna xwe da ku moleta kar bide kompanyaya Starlink, da ku xizmetguzariya înterneta gerdûnî pêşkêşî welatiyên Iraqê bike.
Di kerta enerjiyê de jî pêngavên girîng hatin avêtin:
- Chevron: Danûstandin ji bo geşepêdana kêlgehên petrolê yên Rojavayê Qurna 2 û Nasîriyeyê dest pê kirin.
- HKN, Western Zagros û Hunt: Ji bo destpêkirina karên van her sê kompanyayan, hêsankarî û garantiyên ewlehiyê hatin dayîn.
- Boriya Kerkûk-Banyas: Ji bo nûjenkirina vê boriya stratejîk a hinardekirina petrolê, gotûbêj li ser peymanekê bi kompanyaya TI Capital re hat kirin.
- Kêşeya Elektirîkê: Bi rêya projeya kompanyaya Excelerate Energy, dê li Xur Zubêrê stasyoneke serav ji bo hawirdetina gaza siruştî ya şil (LNG) bê avakirin.
Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya piştgirîkirina Iraqeke federal, demokratîk, bihêz û yekgirtî kirin ku tê de wekhevî ji bo hemû welatiyan hebe û bibe bingeha aramî û geşepêdana navçeyê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin