Li Amedê xanîyek herifî: Du zarokan canê xwe ji dest dan

Li Amedê xanîyek herifî: Du zarokan canê xwe ji dest dan

Li Ameda Bakurê Kurdistanê xanîyekî ku bi kerpîçan hatibû çêkirin herifî û 9 zarok di bin de man.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ji wan 9 zarokan du xwîşk bi birîndarî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin lê ligel hemû hewldanên doktoran cane xwe ji dest dan. Dermankirina 7 zarokên din jî li nexweşxaneyan berdewam e.

Li gor agahîyên hatine bidestxistin, li Taxa Yaprakbaşi a bajarokê Çinarê ser bi Amedê xanîyê Hamdullah Demiroglu ku bi kerpîçan hatibû çêkirin herifî û 9 zarok di bin de man. Li ser agahdarkirina alîyên peywendîdar, cendirme û tîmên rizgarkirin bo cihê bûyerê hatin şandin û zarok ji bin xanîyê herifî derxistin.

9 zarokên ku ji bin xanîyê herifê hatin derxistin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û nexweşxaneyên din ên Amedê hatin veguhestin. Lê Guneşa 14 salî û Dîndar Demiroglu ya 13 salî ku birîna wan giran bû ligel hemû hewldanan canê xwe ji dest dan û dermankirina 7 zarokên din jî berdewam e.

Tê texmînkirin ku xanîyê ji kerpîçan hatîye çêkirin ji ber barana zêde herifî be û lêkolînên derbarê bûyerê de jî berdewam in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin