Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îtalyayê li Romayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îtalyayê li Romayê civiyan

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella li Romaya paytexta Îtalyayê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de naveroka civîna bi Sergio Mattarella re eşkere kir.

Dostaniya dêrîn

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew ji hevdîtinê gelekî kêfxweş e û got:

“Ez gelekî kêfxweş im ku min îro li Romayê bi Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella re hevdîtin kir.

Me li ser dostaniya dêrîn a di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îtalyayê de gotûbêj kir.”

Têkiliyên di warên cuda de

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dixwazin pêwendiyan zêdetir bi pêş bixin û anî zimên:

“Me tekezî li ser xwesteka xwe ya hevbeş kir da ku em têkiliyan di gelek warên cuda de berfirehtir bikin.”

Spasiya ji bo Îtalyayê

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rola Îtalyayê ya li herêmê jî kir û wiha pê de çû:

“Min ji ber piştgiriya wê ya berdewam a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, spasiya Îtalyayê kir.

Her wiha min ji ber rola wan a siyasî, mirovî û bipêşketinê, di heman demê de ji ber alîkariya wan a leşkerî ya di şerê li dijî terorê de spasiya wan kir.”

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Li aliyê din, Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşvebirina pêwendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îtalyayê re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan daxwaza xwe ya hevbeş a ji bo xurtkirina van pêwendiyan di warên cuda de anîn zimên.

Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya wê ya berdewam, spasiya Îtalyayê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi taybetî bal kişand ser rola Îtalyayê ya di warê siyasî, mirovî û bipêşketinê de.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha alîkariya leşkerî ya Îtalyayê ya di dema şerê li dijî terorê de bilind nirxand.

'Herêma Kurdistanê dergûşa bihevrejiyanê ye'

Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Nêçîrvan Barzanî anî zimên.

Mattarella pêbendbûna welatê xwe ya ji bo piştgiriya aramî, ewlehî û bipêşketina Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.

Mattarella destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê li herêmê parêzvan û dergûşa bihevrejiyana pêkhateyên cuda ye û ji ber vê yekê pesnê Herêma Kurdistanê da.

Rewşa Rojhilata Navîn

Li gorî daxuyaniyê, di beşeke din a civînê de bipêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.

Di vê derbarê de her du alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê hevnêrîn bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin