
PDK û YNK bêyî dan û standinan dixwazin parlamento were aktîvkirin
.
Zêdetirî 5 meh in PDK û YNK ku du pêkhênerên sereke yên kabîneya nehem a hikûmetê ne li hev neciviyane.
Ew xwediyên her du fraksiyonên herî mezin ên serdema şeşem a parlamentoyê ne.
Piştî sal û nîvekê di ser hilbijartinan re derbas bûye jî parlamentoyê tenê rûniştinek kiriye û heta niha nekariye desteya serokatiyê hilbijêre.
PDK û YNK dibêjin deriyê wan ji bo gotûbêjan vekiriye.
Tevî navbeynkariyê jî heta niha wan demk ji bo gotûbêjan diyar nekiriye.
"Eger em li hev nekin bila hilbijartin bên ducarekirin"
Endama Komîteya Navendî û Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê Eşwaq Cafê li ser pêwendiyên partiya xwe û YNKyê ji Rûdawê re axivî.
Eşwaq Cafê got, "Bi rastî ev rewş bi vî rengî ne tendurist e. Divê parlamento were aktîvkirin û hikûmeta nû bê pêkanîn."
Eşwaq Caf dixwaze civîn û dan û standin bên kirin û dibêje:
"Ez nizanim YNK li benda çi ye. Eger em li hev nekin, bila em hilbijartinan ducare bikin."
Civîna dawî ya şandeya dan û standinan a PDK û YNKyê 8ê Kanûna Paşîn a 2026an bû.
Îro di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa metirsiyên duîdareyiyê ji Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Derbaz Kosret hat kirin.
Derbaz Kosret li ser vê mijarê got, "Ne mafê PDKyê û ne jî yê YNKyê heye ku qala duîdareyiyê bikin. Ev berhema fedakariya 6 milyon kesan e.
Mafê ti hêza siyasî nîne ku daxwaza nemana qewareya herêmê bike.
Em ne li gel duîdareyiyê ne û ev di siyaseta YNKyê de jî nîne."
Demek ji bo civîna PDK û YNKyê nehatiye diyarkirin
Derbaz Kosret diyar kir ku deriyê wan ji bo civînê vekiriye û anî zimên:
"Me ji destpêkê ve daxwaza hevbeşiya di hikûmetê de kiriye.
Dibe ku cudahiyên me hebin lê em dikarin bi gotûbêjan wan çareser bikin."
Derbaz Kosret amaje pê kir ku nabe ew (YNK) tenê beşdarî hikûmetê bibin û got:
"Belkî me daxwaza hevbeşiyê kiriye û her kes li gorî qebareya xwe para xwe wergire."
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Selahedîn Behaedîn, ji bo navbeynkariya di navbera YNK û PDKyê de dest bi hewldanan kiriye.
Wan 17ê Gulana bi Bafil Talebanî re û 18ê Gulanê jî bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kirin.
Derbaz Kosret li ser vê înîsyatîva Yekgirtûyê jî got, "Kî înîsyatîveke xêrê bigire ser xwe em pêşwaziyê lê dikin.
Mamoste Selahedîn hat cem YNKyê, em bi hemû xalên wan razî bûn."
Derbaz Kosret di wê baweriyê de ye ku ev rewşa niha ya Îraqê nû ye û aliyan neçar dike ku bicivin.
Derbaz Kosret her wiha got, "Heta niha demek ji bo civînê nehatiye diyarkirin.
Me deriyê xwe negirtiye û em bawer dikin ku divê em pirsgirêkan bi gotûbêjan çareser bikin."
"Ez bi înîsyatîva Selahedîn Behaedîn geşbîn im"
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKyê Hoşyar Sîweylî ji Rûdawê re axivî.
Sîweylî got, "Ez bi vê înîsyatîva mamoste (Selahedîn Behaedîn) geşbîn im ku dê encameke baş jê derkeve.
Ez bawer dikim Herêma Kurdistanê dê ji vê rewşa xitimî ya ku tê de ye rizgar bibe ku ev jî rewşa xitimiye ya nepêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."
Pêşniyarên Yekgirtûya Îslamî çi bûn?
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 17ê Gulana îsal li Debaşanê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî re civiya.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Bafil Talebanî xala yekem a destpêşxeriyê qebûl kiriye.
Talebanî yekser ferman kiriye ku hemleya ragihandinê ya li dijî PDKyê were rawestandin.
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir jî amaje bi naverokê dike û dibêje:
"Me planekê pêşkêş kiriye ku dema wê mehek e. Dibe ku destpêkê parlamento bê aktîvkirin û desteya serokatiyê were hilbijartin.
Paşê jî dibe ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gav ji bo xalên din werin avêtin."
Yekgirtûyê di înîsyatîva xwe de xwestiye ku ji bo civîna parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê lez were kirin.
Berdevkê Yekgirtûyê destnîşan dike ku him Mesrûr Barzanî him jî Bafil Talebanî pêşniyara wan bi germî pêşwazî kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin