DÊRSIM - Ji ber xerakirina Ziyaretgeha Duzgun Baba 3 kes hatin girtin

DÊRSIM - Ji ber xerakirina Ziyaretgeha Duzgun Baba 3 kes hatin girtin

.

A+A-

Li navçeya Qisleyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di lêpirsîna derbarê xerakirina nîşanên pîroz ên "şopa pêyan" ên li Ziyaretgeha Duzgun Baba de 3 kes hatin girtin.

Ziyaretgeha Duzgun Baba wekî yek ji navendên herî girîng ên baweriyê tê dîtin.

Li gorî nûçeya DHAyê, hinek kesan gilî kiribû ku li ziyaretgehê kolanên neyasayî hatine kirin û zerer gihiştiye nîşanên "şopa pêyan."

Li ser giliyan tîmên polîs û cendirmeyan dest bi lêpirsîna îdarî û dadî kir.

Muxtar ji kar hat dûrxistin

Di encama lêkolînan de hat tesbîtkirin ku Muxtarê Gundê Sorikê Zekî Açikgoz û 3 kesên din bi awayekî neyasayî kolan kirine û zerer dane ziyaretgehê.

Hat zanîn ku Parêzgariya Dêrsimê muxtar Zekî Açikgoz ji wezîfeyê dûr xistiye.

Cebilxane û berhemên dîrokî hatin dîtin

Di lêgerînên li malên gumanbaran de, materyalên dîjîtal, cebilxane û hinek berhemên dîrokî hatin dîtin ku li gorî Yasaya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî hatin nirxandin.

Gumanbar piştî kar û barên li cendirmeyê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgeha Qisleyê bi tohmetên "binpêkirina Yasaya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî" û "zererdana perestgehan" biryara girtina 3 gumanbaran da.

Gumanbarekî din jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin