
KERKÛK - Ereb nahêlin Kurd paleyiya xwe bikin
.
Salane di dema paleyî/dirûn/çinînê de Erebên hawirde ji bo cotkarên Kurd pirsgirêkan derdixin.
Îsal jî li navçeya Pirdê ya Kerkûkê ji cotkaran re pirsgirêk hatine çêkirin û rê nehatiye dayîn ku zadê xwe biçinînin.
Erebên hawirde rê li ber cotkarên Kurd digirin
Sati Nasîhê ku li Kerkûkê nûnerekî cotkarên Kurd e, ji Rûdawê re got:
"Doh, Erebên hawirde bi piştgiriya artêşa Îraqê rê li ber cotkarên Kurd girt ku li gundê Gurzeyiyê yê navçeya Pirdê dirûnê bikin."
Salane di dema dirûnê de rê li ber cotkarên Kurd tê girtin, bi taybetî jî li navçeyên Sergeran, Topzawa û gundên wê derê ev yek tê kirin.
Sati Nasîh li ser vê mijarê diyar kir: "Heta niha li Topzawa û Sergeranê dirûnê dest pê nekiriye û em nizanin dê wekî par pirsgirêk çêbibin yan na."
Pirsa xwedîtiya zeviyan salane ducare dibe
Endamê Komîteya Çandiniyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ebdula Mîrweys ji Rûdawê re destnîşan kir:
"Ew pirsgirêka ku li gundê Gurzeyiyê çêbûye pirsgirêka xwedîtiya zeviyan e ku salane ducare dibe."
Salane Erebên hawirde li ser bingeha peyman an tapoyên desthilata berê ya Îraqê yên ji bo zeviyan, xwe wekî xwediyên zeviyên cotkarên Kurd didin naskirin.
Ew li gorî wan belgeyên ku di destê wan de ne, li dijî cotkarên Kurd û beşek ji cotkarên Tirkmen gilî tomar dikin.
Yasaya vegerandina zeviyan hîn pêk nehatiye
21ê Kanûna Paşîn a 2025an li Parlamentoya Îraqê deng li ser pêşniyaryasaya vegerandina zeviyan a li xwediyên wan hat dayîn û bû yasa lê heta îro rêkarên wê mane û nehatiye bicihanîn.
Ebdula Mîrweys derbarê vê jî anî zimên: "Yasa nehatiye bicihanîn. Wekî ku tê qalkirin qaşo li Encumena Şûrayê ye, hinek jî dibêjin vegeriyaye Encumena Wezîran lê ya rast ew e ku heta îro nehatiye bicihanîn.
Pirsgirêka cotkarên Kurd û Tirkmen ên li Sergeranê heta astekê hatiye çareserkirin lê heta îro jî pirsgirêkên wan bi awayekî bingehîn nehatine çareserkirin."
Li gorî Madeya 4an a yasaya pesendkirî ya parlamentoyê, pêwîst e Encumena Wezîran ji bo bicihanîna yasayê rênimayan derxe û arasteyî aliyên pêwendîdar bike lê heta îro ev yek nehatiye kirin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin