Li Amedê îdiaya ‘Kuştina bi qesdî ya 37 zarokan’

Li Amedê îdiaya ‘Kuştina bi qesdî ya 37 zarokan’

Mûhammed Beybûr ji ber mirina 37 zarokên a di nava 2 mehan de ya li Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan a Amedê, bi îdiaya ‘Kuştina bi qesdî’ serlêdana sûc kir

A+A-

Serokê Komeleya Yekitî û Fikrên Akademîk Mûhammed Beybûr ji ber mirina 37 zarokên a di nava 2 mehan de ya li Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan a Amedê, bi îdiaya ‘Kuştina bi qesdî’ serlêdana sûc kir

 

Li Amedê di sala 2018’an de di nava du mehan de li Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan a Amedê 37 zarok mirin. Ji ber vê yekê jî serokê Komeleya Yekitî û Fikrên Akademîk Muhammed Beybûr der barê midûrê Tenduristiyê yê Amedê Mehmet Saît Avar de serlêdan sûc kir.

 

Beybûr di serlêdana xwe de da zanîn ku di navbera 8’ê îlonê û 7’ê mijdarê de ango di nava 2 mehan de li Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan a Amedê mirina 37 pitikan hatiye tespîtkirin. Beybûr diyar kir ku nepêkane ku ev mirin bi daneyên zanistî bê destnîşankirin û wiha domand: “Ev ‘Mirinên biguman’ in. Têkildarî mirinan heta niha tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Ji ber ku şert û mercên paqijiyê nebaş in, ev zarok ji ber ‘enfeksiyonê’ mirin e.”

 

Sedemên mirina pitikan

 

Beybûr di serlêdana xwe de ev hûrgiliye parve kirin: “Di girtekên fermî de jî hatiye destnîşankirin ku xebatkarên nexweşxaneyê li gorî pîvanên paqijiyê tevnegeriyane, paqijiya kuvezê nekirine, nava nexweşxaneyê gelek qirêjiye, sergo nehatine rakirin, dolav qirêjî û belave ne, cihê avêtina sergo ne sterîle, îmzeyên ji bo dîrok û paqijiyê nehatine avêtin, cihê herî krîtîk ango lênihêrîna awarte jî gelek qirêjî bû. Vê yekê jî rê li ber enfeksiyonê vekiriye û sedema mirina zarokan jî ev e. Ji vê jî di serî de xebatkarên tenduristiyê berpirsyarin.”

 

Serlêdana sûc

 

Di serlêdana sûc de Beybûr destnîşan kir ku ji ber ku ji bo pêşîlêgirtina mirina pitikan tedbîrên pêwîst negirtine, der barê midûrê Tenduristiya Bajar Saît Avar, serokê Tenduristiya Gel Zulfu Bariş Şahîn, serokê Nexweşxaneyên Cemaweriyê Abîdîn Tuzun, Serbijîşka Nexweşxaneya Welidandin Jinê Ozgur Demîrel de jî bi îdiayên ‘Kuştina bi zanebûn’, ‘Kuştina ji ber piştguhkirinê’ û ‘ Kuştina ji ber texsîrê’ serlêdana sûc dike û xwest ku ev kes bên darizandin.

 

Nelirêtiyên di îhaleyan de

 

Beybûr di heman demê de bi îdiaya ku li di îhaleyên nexweşxaneyê de nelirêtî tê kirin û rêveberên nexweşxaneyê ‘Di îhaleyan de nelirêtiyê dikin’, ‘Peywira xwe baş bi cih naynin’, ‘Piştgiriyê didin sûcdar’ û ‘Delîlên sûc winda dikin’ jî gilî kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin