Qeyûmê Mêrdînê kadroya xwe ya diziyê careke din bi cih dike

Qeyûmê Mêrdînê kadroya xwe ya diziyê careke din bi cih dike

Qeyûmê Mêrdînê Mûstafa Yaman, tevî ku bi belgeyan nelirêtiya ku Fusûn Karaboga kiribû derketibû holê jî, weke seroka Daîreya Parastina Hawirdorê peywirdar kir.

A+A-

Qeyûmê Mêrdînê Mûstafa Yaman, tevî ku bi belgeyan nelirêtiya ku Fusûn Karaboga kiribû derketibû holê jî, weke seroka Daîreya Parastina Hawirdorê peywirdar kir. Nelirêtiya ku Karaboga kiribû ji hêla parlamenter Tûma Çelîk ve ji Suleyman Soylu hatibû pirsîn. Lê pirsa Çelîk hê jî bêbersive.

 

Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, kesên navên wan bi nîqaş li şaredariyê bi cih dike û peywirê dide wan. Yek ji van kesan jî Fusûn Karaboga ye. Karaboga ji ber nêlirêtiyên ku kiribû, piştî hilbijartina 31’ê adarê ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji peywirê hatibû girtin. Karaboga niha ji hêla qeyûm ve careke din Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdorê hate peywirdarkirin.

 

Karaboga piştî ku ji peywirê hatibû girtin, çûbû cem walî Yaman û ji xwestibû ku wê bike Şaredariya Artûklûyê ya di destê AKP’ê de. Şaredariya AKP’ê Karaboga qebûl nekiribû û li ser vê yekê Yaman ew weke avahîsaz li walîtiyê bi cih kiribû. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk nêlirêtiya ku Karaboga kiribû bi belgeyan ji raya giştî re aşkera kiribû.  Çelîk ev yek ji wezîrê karên hundir Suleyman Soylû pirsî bû. Lê pirsa Çelîk hê jî bêbersive.

 

Dixwestin nelirêtiyê bêdeng bikin

Di belgeyên ku ji aliyê Çelîk ve hatibûn parvekirin de derketibû holê ku Karaboga ji şîrketa ku îhaleyê daye wan qompîtureke bi 7 hezar û 895.03 lîre girtî ye. Her wiha personel Mehmet Adem ku bi Karaboga re tevgirayabû jî di axaftinên xwe yên Whatsapp’ê de rayedarên şîrketa ku îhaleyê girtibû hişyar kiribû û xwestibû ku ji bo neyên guhdarkirin baldartir tevbigerin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin