Li Amedê di navbera PAKê û partîyên Kurdistanî de seredanên cejnê

Li Amedê di navbera PAKê û partîyên Kurdistanî de seredanên cejnê

Li Amedê bi minasebeta cejna Qurbanê di navbera partîyên Kurdistanî de seredanên cejnê pêk hatin.

A+A-

Li Amedê bi minasebeta cejna Qurbanê di navbera partîyên Kurdistanî de seredanên cejnê pêk hatin.


 

Roja 12.08.2019an heyeteke PAKê ku ji Endamên KBN ya PAKê Vahit Aba,M.Ali Yılmaz,Kutbettin Yıldız û endamê Teşkîata Amedê Mehmet Bilen pêk hatî seredana HAKPARê kirin û cejna wan pîroz kirin. Heyeta HAKPARê ya ku ji Serokê Giştî yê HAKPARê Refik Karakoç, Cîhgirê Serokê Giştî Abdullah Çeleb û Silhatin Yalçın, Behçet Tektekin,Ahmet Kaymak,Ahmet Geçer û gelek endamên HAKPARê pêk hatî pêşewaziya heyeta PAKê kirin.


 

Heyeta PAKê ya ku ji Vahit Aba, M.Ali Yılmaz, Kutbettin Yıldız Û Mehmet Bilen pêkhatî, di roja 12.08.2019an her ji bo pîroz kirina cejnê seredana PSKyê jî kirin. Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Zulkuf Baran û Vedat Dede, Hidayet Fidan, Azmi Çapa û endamên PSKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.


 

Roja 12.08.2019an heyeteke PSKyê ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Zulkuf Baran û Vedat Dede, Hidayet Fidan, Azmi Çapa pêk hatî serdeana PAKê kirin û cejna PAKê pîroz kirin. Hanifi Turan, Mustafa Kalhan, Vahit Aba,M.Ali Yılmaz, Kutbettin Yıldız, Abdullah Polat, Mehmet Bilen û gelek endamên PAKê pêşewazîya heyeta PSKyê kirin.


 

Roja 13.08.2019an heyeteke HAKPARê ya ku ji Berin Eren, Paşa Akdoğan, Ahmet Kaymak, Vasıf Kahraman, Behçet Tektekin pêkhatî, ji bo pîroz kirina cejna qurbanê seredana PAKê kirin. Hanifi Turan, Mustafa Kalhan, Vahit Aba, M.Ali Yılmaz, Kutbettin Yıldız, Abdullah Polat, Mehmet Bilen û gelek endamên PAKê pêşewazîya heyeta HAKPARê kirin.


 

Seredana Şîna HUDAPARê


 

Heyeteke hevbeş ya PAK û PSKyê roja 12.08.2019an ji bo şîna Cîhgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Mehmet Yavuz, li Amedê seredana HUDAPARê kirin û cejna HUDAPRê jî pîroz kirin. Heyeta PAKê ji Hanifi Turan,Faiz Eşin, Mustafa Kalhan, Vahit Aba, Mehmet Ali Yılmaz, Abdullah Polat,Mehmet Bilen; heyeta PSKyê jî ji Vedat Dede, Hidayet Fidan, Azmi Çapa pêk hatibû. Şerîf Karakurt jî li gel heytên PAK û PSKyê beşdarî seredana şîna HUDAPARê bû. Cîhgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Vedat Turgut û rêvebirên HUDAPARê pêşewazîya heyetên PAK û PSKyê kirin.

 

6-021.jpg

whatsapp-image-2019-08-14-at-11-49-40.jpeg

5-030.jpg

Etiket : , , ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin