Li Almanyayê Partiya Sosyal Demokratan bûye partiya yekemîn

Li Almanyayê Partiya Sosyal Demokratan bûye partiya yekemîn

.

A+A-

Li Almanyayê di encama hilbijartina giştî de Partiya Sosyal Demokratan (SPD) ji sedî 25.7 deng wergirtiye û bûye partiya yekemîn.

Lijneya Hilbijartinê ya Federal a Almanyayê encamên fermî yên pêşwext ên hilbijartina giştî aşkere kiriye.

Li gorî daxuyaniya Lijneyê, Partiya Sosyal Demokratan (SPD) di hilbijartinê da ji ji sedî 25,7 deng wergirtiye. SPDyê Wezîrê Darayî, Olaf Scholz wekî namzedê serokwezîriyê nîşan daye.

SPDya ku li gorî hilbijartina 2017an puanê xwe ji sedî 5,2 zêde kiriye, ji 2002yan vir ve ji bo cara ewil di hilbijartinê da bû partiya yekemîn.

Partiyên Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ji sedî 24,1 deng wergirtiye û bûye duyemîn. Partiyê, Armin Laschetê, Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan wekî namzedê serokwezîriyê nîşan daye.

Dengên CDU/CSUyê li gorî hilbijartina 2017an ji sedî 8,9 kêm bûye.

Bi vî awayî CDU/CSUyê ji Şerê Duyemîn ê Cihanê vir ve, di hilbijartinên giştî de rêjeya herî nizim a dengan wergirtiye.

Partiya Kesk jî dengê xwe zêde kiriye

Partiya Kesk dengên xwe li gorî hilbijartina 4 sal ewil 5,8 puan zêde kiriye û bi 14,8an bû partiya sêyemîn. Partiya Demokratên Hur (FDP) ku puanê xwe ji sedî 0,7 zêde kiriye bi sedî 11,5an ve bûye çaremîn.

Partiya Kesk bi vê encamê rêjeya herî bilind a dengan a di hilbijartinên giştî da bi dest xist.

Partiya Alternatîfa Almanyayê (AFD) a dijberê Koçber û Îslamê jî li gorî 2017an rêjeya dengên wê sedî 2,3 daketiye û bi 10,3yan va bûye partiya pêncemîn.

Partiya Çep jî li gorî hilbijartina berî niha dengên wê 4,3 kêm bûye û bi 4,9an ve bûye partiya şeşemîn.

Li gorî encamên fermî yên berwext dabeşiya parlamenteran a li meclisê wiha ye:

SPD 206, CDU/CSU 196, Partiya Kesk 118, FDP 92, AfD 83, Partiya Çep 39.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin